Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
îro qewî girya me tê

îro qewî girya me tê

1. helbesteke feqiyê teyran e.

bi şiroveya rûken yilmaz:



hîkayeta helbestê û şiroveyeke din :



û temama helbestê :

ÎRO GİRYA ME TÊ

Îro werin lêzim werin
Cîran û xelkê Hêşetê
Hûn rayekê li min bikin
Îro qewî girya me tê

Îro qewî j'me tê girîn
Sosin li mêrgan xeyirîn
Sed heyfa lêvê şekirîn
Êdî venaxun şerbetê

Lêvê di le'lîn û şeker
Kêm bûn ji wan durr û xeber
Sed ah û kovan û keser
Heyf eyn û lam çûn hicretê

Heyf eyn û lam bûn cuda
Şîn û girî dîsa te da
Em razî ne b'emrê Xuda
Herçî ji dergehê te tê

Herçî dikit ew mîr dikit
Xêr û şeran teqdîr dikit
Daxan li qelban pir dikit
Sotim bi narê firqetê

Sotim bi nar û agirî
Vê fanîyê em j'ev kirî
Hetta xweş in em dê girî
Dost çû ye çerxa adetê

Eman adet bê eman e
Wan melek mehbub rewan e
Can di nêv axê nihan e
Ê felek bê mirwetê

Ey felekê bê wefa yê
Te çira mîhnet ne dayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felekê bê mirwetê

Ey felekê bê î'tîbar
Min bi te nîn in çu car
Nê te gelek mehbûb veşar
Paşî ewan xal 3u xetê

Nazik û mehbûb ciwanik
Qamet û bejna ziravik
''Kullu şey'în'' dê bin halik
Ji xeyrî Şahê Qudretê

Her bi can xeyrî wî nabin
Ew hemî ax û turab in
..................
Çuye mala zulmetê
Zulmeta tarî û kûr e
Meqbera nav li qubûr e
Ji haniyan yarî dur e

Qebr e benda firqetê
Meqbera mehbûb di nêve
Min muqîm çav man bi rê ve
Çira yek nanî ji wê ve

Dînî kirim vê hikmetê
Min heyf li citê sorgulan
Zulfê muqîm ket ser milan
Danîne nav ax û hilan

Êdî bi kê dim ulfetê
Min heyfa reyhanê di reş
Kan sorgul û werdê di geş
Kêm bûn di wan bêhnên di xweş

Nîşan û xalê cebhetê
Nîşan û xalê fulfulîn
Min heyf li zulfa kagulîn
Hatin ku em jê dest hilîn

Hêj nagirin em 'îbretê
Paşî wan xal û nîşanan
Qet nayê bêhna ruhanan
Ji mihnetê êş û janan

Tên ji narê firqetê
Firqeta wê her bi derb e
Daîm êşan û kerb e
Ê ku dî zanî çi derb e

Min ji xewfan xew netê
Min şevan xew lê tunîne
Bager û êşan û nihîne
Daîm têtin girîne

Mam li ser kes ew netê
Tîrekê dijwar fîraq e
Her kesê dî ev fîraq e
Mihnet 3u dax û hîraq e

Di qeyd û bend û mihnetê
Gumbeta tarî sitar e
Meqbera dost lê veşare
Te l'min heram kir bihare

Çîçek û bêhn j'dûrî te tê
Qet nema bêhn kem çi werda
Çîçek û bînxoş li erda
Paşî me mehbûb ku bi derda

Çîmena kê j'dora netê
Çîçeka kanî û av lê
Sosina daîm xunav lê
..................
Dê temam kim sohbetê
''Mîm û Hê'' şairkî pak e
Herkesê bi ruh bû ji make
Hemiyan dê ew fena ke
Ewî Şahê Qudretê.

FEQÎYE TEYRAN



01.05.2018 10:54 ~11:00 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» îroj tiştekî ku hêjayê qeydkirinê be tune
» qewîtî
» têkiliya xwastin û viyanê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî