Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 21 peyam
    li gorî freud sazîgêrên xweparastinê

    li gorî freud sazîgêrên xweparastinê
    [ (1), (0) û ecêb (0)]

    1. Li gorî Bîrdoziya psikodînamîk ya freud, dema mirov rastî tiştên nexweş tê, mirov hinek sazîgêrên parastinê nîşan dide, ev sazîgêrên parastinê ev in.

    1-tepisandin
    Mirov, tiştên nebaş ditepisîne û diavêje di bin hişê xwe de û dixwaze ji bîr bike.
    Mînak:dema mirov biçûk, ji hevalpiştikê xwe hez nake lê dema mezin dibe, van hestên xwe dike bin hişê xwe de û van hestan ji bîr dike.

    2-ber guhertin
    Mirov, aliyê yekê ji xwe bihêztir ve pirsgirêkek bibîne, ji bo xwe rehet bike berê xwe dide yê ji xwe kêmtir.
    Mînak:mirov nikare kerê dikare kurtên. Mamoste ji hevserê xwe hêrs dibe, li şagirtê xwe dixe

    3-berteka berevajî
    Mirov, berevajiyê hesta di hundirê xwe de tevdigere.
    Mînak:beriya xwekuştinê mirov heçko jixwe wê here dawetê, wisa kêfxweş tevdigere.

    4-bawernekirin
    Mirov, Li hemberî rewşa nebaş, wê rewşê înkar dike.
    Mînak:jin dibe bî lê bawer nake ku hevserê wê miriye û kincên wî naavêje.

    5-sedem dîtin
    Mirov, Li hemberî rewşa nebaş sedemekê dibîne û xwe rehet dike
    Mînak:tu çima ji dersê mayî?
    -mamoste sebav derket!

    6-dana der
    Mirov, hestên di hundirê xwe de diavêje li ser stûyê hevalê xwe.
    Mînak:mirov bêar e, herkesî re dibêje bêar û hertim dibêje willeh exlaq nemaye lo.

    7-gewrekirin
    Mirov, hestên civak qebûl nake, wisa bilind dike da ku civak encamên van hestan qebûl bike.
    Mînak:mirov êrişker e, dibe qesap, boksvan, nêçîrvan. Wekedin mirov zehf û zêde êrîşkar be mirov dibe bijîşk.

    8-telafîkirin
    mirov, di milekê jiyana xwe ve kêm be, vê kêmasiyê bi hêzkirina milek din ve têr dike.
    Mînak:mirov ji jina xwe ditirse û hertim bi jina xwe re şer dike lêbelê karê xwe de pirr pêşketî ye. Milê jiyana taybet ve kêm e, bo vê jî bêhtir guh daye karê xwe.

    9-paşveçûyîn
    mirov, nekaribe rewşa nû a nebaş biguherîne, di pêşveçûna xwe de diçe paş.
    Mînak:hevalpiştikê zarokekê çêbe, zarok bi şev dimîze xwe ve.

    10-xeyalkirin
    Mirov, li himberî rewşa nebaş xeyalan dike û xwe rehet dike.
    Mînak:mirov xîzan e lê xwe dewlemend xeyal dike.

    11-laşekirin
    Mirov, li hemberî rewşa nebaş bi sazîgêrek sosret bertek dide. Mirov da ku rewşa nebaş ji bîr bike, di laşê xwe de nexweşiyek çêdike û bi vî awayî hişê mirov dikeve li ser nexweşiya bedenî û rewşa nebaş ji bîr dike.
    Mînak:mirov, tirsoker e lê dibêje qelb hate min.

    12-matmayîbûn
    mirov, rastî rewşa nebaş tê, bêtevger û matmayî dimîne.
    Mînak:di hatûçûyê mirov dixwaze here pêşber lê dema seyareyek nêzî mirov dibe, şûna mirov bireve mirov di cih de matmayî dimîne.

    13-polyannatî
    Mirov, encama her tiştî baş difikire. Ango mirov dibêje her tiştî de xêrek heye.
    Mînak:mirov ji rêwîtiya firokê dimîne şûna xemgîn bibe dibêje baş e ez lê siwar nebûm belkî qeza bike.

    14-zihêdbûn
    mirov, encama her tiştî bi xirabî difikire. Bi pirranî yên nû balix dibin de tê dîtin. Berevajiyê polyannatiyê ye.
    Mînak:mirovê nû balixbûyî dixwaze têkiliya zayendî bike lê şûna vê guhdarî arabesk-rapê dike.

    15-veşartina hestan
    mirov, ji hestekê zehf bandor dibe lê vê yekê nade nîşan.
    Mînak:mirov termê mirî binax dike û di dema binaxkirinê de rûyê xwe hişk dike lêbelê di rastiyê de kezeba wî diperrite.

    16-derkirin
    Mirov, tirsên xwe diavêje li ser tiştên derve.
    Mînak:mirovên ji avê ditirsin, ji daran ditirsin û hwd.

    17-dualîbûn
    Mirov, di hundirê xwe de mirovek din xwedî dike.
    Mînak:dayîk li zaroka xwe dixe lê dibêje wey! Min çawa wisa kir.

    18-entelektûalîzm
    Mirov, her tiştî bi hişmendî û zanistî dide xwuyakirin.
    Mînak:kêfxweşî çiye?
    -wexta di mejî de seretonîn zêde bibe ye.

    19-xwedanî
    Mirov, hertim fedakarî û alikariyê dike.
    Mînak:mirov di hemî avadaniyên xwebexşî û alikariyê de tevdigere

    20-qutbûn
    Di jiyana mirov de konaxek zehf nebaş derbas bibe, ji wê konaxê xwe qut dike.
    Mînak:yekê zarokatiya wî nexweş derbas bibe di derbarê zarokatiya xwe de tiştekî bibîrnaîne.

    21-wekhevbûn
    Mirov, xwe zehf zêde dide komekê.
    Mînak:dema mirov behsa tîma xwe ya pêgogê dike navê wê nahilde behsa dibêje “em”

    22-çikilîn
    Mirov, tevahiya jiyana xwe de di hêstekê de diçikile.
    Mînak: jinek zehf ji bavê xwe hez dike dixwaze yekî mîna bavê xwe re bizewice.

    23-hizra kevnare
    Mirov, tiştên biçûk pirr mezin dike.
    Mînak:jin naxwaze şû bike bo wê jî dibêje ev çi mêr e! Tejî rûyê wî nîşan in.

    24-bênirxkirin
    Mirov, nekaribe bibe xwediyê tiştekê wê tiştê bêqîmet dike.
    Mînak:pereyên yekî tunebin wê bibêje, pere ne her tişt e.



    2018.05.14-14:55 [guhertin:2018.05.20 03:17]| tevnepirk

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    cinorek [1]
    Car caran me rexne li hevalên pkkyî dikiran û me digot gellek muteessi...
    nivîskarên ku peyamên xwe jê dibin [1]
    nivîskarên xeydok in. kirina wan ne tu îş e. bi hêrsekê ve ji nîşka ve...
    marjînalbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî [1]
    mixabin tişteke rast e. bi taybetî bakurê kurdistanê di nav civakê de ...
    yunus dişkaya [1]
    hunermendê ku ji xwe re dibêje ''hunermendê malê''. ji bo we rojartaj...
    çanî [1]
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gorî
    » freud düşüncesinin büyüklüğü ve sınırları

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî