1. Meynenoşî Şeyxê Sen‘anî ‘xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê ‘xelet
Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanê xeta hanî ‘xelet
Wî nedî bejna te û dayê qiyas
‘Hîkmetê lew çûye burhanê ‘xelet
Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
Wer ne Qeys naket beyanê ‘xelet
Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî
Ê ku nîşanek te dî kanê ‘xelet
Ez giham ava ‘heyatê xef ji dil
Xudr-i vajî çûye ‘heywanê ‘xelet
Şahnûşînên nazikan zayi’ mekun
Da nebînî dil bi vê xanê ‘xelet
Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê ‘xelet
Roj û şeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranê ‘xelet
Hûn nebên meşşateyê xef daniye
Hemqeran kir xal û nîşanê ‘xelet
Dê bi ser canê me murwet da me êx
Bişkuwên benda girîbanê ‘xelet
Ser nebî ber kufrê zulfê ‘aqîbet
Ez ditirsim lê ji îmanê ‘xelet
Pehniya vê çerx û dolabê dinê
Nisbeta erbabê ‘irfanê ‘xelet
Nusxeê ‘alem hemî ‘unwanek e
Nuqteyek nabit di ‘unwanê ‘xelet
Qulzum û bayên muxalif tê pir in
Da nekelşîn darê sukkanê ‘xelet
Da bizanî pehlewanî mûyekê
Dest nedî lil-lahi mîzanê ‘xelet
Wê di destê min gula geş pir xûnav
‘Heyf-i bulbul çû gulistanê ‘xelet
Hê ji sehwa xameê bû werne min
Ev ‘xelet nakir di dîwanê ‘xelet
Wê li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne nada roj-i seywanê ‘xelet
Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin ye‘xma û talanê ‘xelet
Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teşneleb çû terfê ‘Ummanê ‘xelet
Pîrê ‘hikmet bin li wifqa meşreban
Kes nedî mey rêhte fîncanê ‘xelet
Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pêçên perîşanî ‘xelet
Pakiteb’ û quwwetek mewzûn divêt
Da nedit sen‘et bi idmanê ‘xelet
Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî
Wek Nişanî ma li nîşanê ‘xelet
|