Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
masîyên dîcleyê

masîyên dîcleyê

1. dişibin masîyên feratê.

gundê me xendek li ber kevîya çemê dîcleyê ye, piştî gundê me hate xirakirin em hatin Cizîrê ku ew jî li ser çemê dîcleyê ava bûye. ji ber wê yek ji xwarina me ya sereke masî bûn, masîyên şetê me yê şerbetî.

gelek masîyên cuda hene di şetê me de. eynî wilê masîyên zehf mezin jî hene. bavê min behsa masîyên 100 kêlo dike. wî bi xwe masîyek nêzî sed kêlo girtiye, kiriye têra hêstirê, serê masî alîyekê têrê de dûvê masî alîyê dî yê têrê de berê xwe daye Cizîrê; masîyê xwe hezar baxnotî firotibû, du nîvlîle standibû 100 dabû yekî dî û 300 baxnot jî xwe re anîbû malê, berîya 20 sala. dîsa li gor gotina wî, digo berê dema em diçûn ber avê me destê xwe dixist nav avê masîyên mezin dihatin ber destê mirov, her cara me tora xwe diavêt tor ji masîya tijî dibû, me bi deşta masî digirt. lê bi demê re dînamîtavêj derketin, ceylan derket; bi demê re masîgirî kete destê diz û hîz û keleşa. zilamek hebû, dihat dînamît hazir dikir, nîv elb genim diavêt avê qeblo dînamîtê ve dikir û serê qebloyê li pîla dida û dînamît di nava avê de diteqa; masîyên mezin, piçûk, şebût, zeroke, simbêlî, marmasî, reşoke, qomando, ferx, cewr, çêlîk hemû ser avê diketin. komkujî li wan masîya dikirin; ne carekî deh cara, ne deh cara sed carî wilê. niha masî hema bêje nemane; li ber kevîkê ji bilî çêlîkên masîya masî xuya nakin; masîyên mezin jî bi demê re elimîne xwe didin nava şîpê, nayên nêzîkî bejê. erê masîyên me naqelin, naqedin lê li gor berê zehf zehf kêm bûne. hemû tesîra wan dînamîta, ceylandanê û wan komkujîya bû.

niha ewên dînamîtê diavêjin kêm bûne, heta ev çend sal e min nebihîstiye ku dînamît avêtinê.

ev jî şiklekê din ê talana xwezaya Kurdistanê ye. divê em nehêlin ev rêbazên hovane bên bikaranîn. erê bavo were ji xwe re masîyan bigire, tu bixwazî torê tu bixwazî bi şewkê; kê bavo ma ev çi ceylan e ma ev çi dînamît e. xwedênehiştîno.

ez ê demek nêzîk de navên masîyên dîcleyê berhev bikim, ji we re jî parve bikim. li hêvîyê bin *



02.09.2018 18:19 ~18:34 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» masîyên bi dasî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî