Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    41 mijar û 91 peyam
    xwînmêj

    xwînmêj
    [ (1), (0) û ecêb (0)]

    1. kurdiya vampîr e.

    gelek taybetmendiyên wan di wêje û sînemayê de hatiye zêdekirin/afirandin.

    xwînmêjeke jirêzê, ji bo jiyana xwe bidomîne hewce dike xwîna mirovên candar lê berevajiya candar, xwînên miriyan mîna jehr bi wan dikeve û nexweş dike. ji bo kuştina wan, singê ji zîv divê, ji bo tirsandina wan jî sîr, xaça xiristiyanî, ava pîroz û hwd. pêwist dibe. xwînmêjî jidayîkbûnê nayê, lê tê veguherîn. xwînmêjeke dikare xwîna miroveke vexwe û wî/wê bikuje, lê dikare bi gezkirinê wê/wî veguherîne û bike xwînmêjek nola xwe.

    heywana ku lê tê şibandin, baçimêlk/şevşevok e. (meriv dipirse gelo batman jî yek ji cureya xwînmêjan in gelo?* şev li ser nigan in û derdikevin nêçira mirovan û ro jî xwe ji taverojê diparêzin. di lîteratura klasîk de cihê wan -wekî ya gotîk- li mexsen an odeyên girtî yên keleh an şatoyon in. her wiha goristanên nêzî dêr jî dibin cihê wan.

    di van salên dawî de xwînmêjên herî navdar lehêngên twilight in û ji wan edward ji hemû zêdetir bi nav û deng e ku ew vê tiştê deyndarî qeşengî û çavzeriya xwe ye. lê ji aliyê sînemografiyê ve tu serkeftiniya vê fîlmê tune ye helbet, lê ev meseleya mijarekî din e. di rêzefîlma supernatural - zur hölle mit dem bösen de gelek beş li ser xwînmêjan hene û piranî dubarekirina wêjeya fantastîk a li ser xwînmêjan in.



    2018.09.29-11:41 [guhertin:2018.09.29 11:44]| biruya hayao miyazaki

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    werin kurdno! mîmên kurdî çêbikin! [2]
    bila çêkin ev ne problem e lê kesên ku çêdikin bila hinkî tiştine xweş...
    wexta ku nivîskarên tirşikê peyamên xwe yên berê dixwînin [1]
    carna cihê şanaziyê û carna jî cihê ecêbmayînê ye. ez ji xwe dest pê b...
    yekîneya 731 [7]
    ez berî her tiştî encamê bêjim: di vê projeyê de "(stur: bi qasê 250.0...
    meryem xan [2]
    Min piştî xwendina pirtûka hurşît baran mendeş fam kir ku li ...
    asghar imanî ~ leyla [1]
    ev stranê Asghar Imanî bi zaravayê kelhûrî distrê. ev zarava wek kurdi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xwînmêj

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî