Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bazîd

bazîd

16. navçeya ku ji bajarê xwe navdartir e.

berî heftiyekê çûm wir û bûyer xweş hat serê min.
ji bo daweta hevalekî xwe, çûm wanê. hevalê min jî ji bazîdê bû. min got herim welatê wî jî bimînin. li ogretmenevî ya navçeyê mam. sibeh rabûm, me got em herin derekî taştê bixwin û paşê ji xwe re bigerin. min telefonê de xwaringehek dît ku em dikarin lê taştê bixwin. em ketin rê. lê hê em negihayîn wê derê min dikaneke biçûk dît ku navê wê rojava bû û li ser camê nivîsandibû ku hêkûbacan çêdikin. min got welleh em ê herin vir. em ketin hundir. ciheke gelek biçûk bû. ne ji bo tûrîst murîstan bû.
em li derekî rûniştin û me hêkûbacana xwe xwar. min û jina xwe û zarokan bi kurdî xeber dida. vê yekê bala xwediyê wir kişand û hat ji min pirsî bê ka ji kû me. min jî got ji sêrtê têm û sêrtî me û hatime van deran bimînin. got ser çavan.
paşê dema em rabûn û min xwest ez heqê xwarinê bidim, got willeh û billeh ez perê we nagirim. hûn mêvan in, nabe ku pere bistînim. min hingî li ber xwe jî da, qebûl nekir. min spas kir û ketim erebeya xwe. paşê hat bîra min ku min ji sêrtê hinekî fisteq anîbûn ku dîyarî nasên xwe bikim. hema min yek ji wan fisteqan girt û dîsa çûm dikanê, min da camêr. vê carê mecbûr qebûl kir ji ber ku dîyarî bû. em her dû jî gelek kêfxweş bûn.
neyse paşê me dest bi gera bajarokê kir.


bi qesra îsheq paşa, çiyayê agirî, kufteya abdîgor, qebra ehmedê xanî, çala meteorê û cihê keştiya nuh pêxember, navdar e.
ji xeynî cihê keştiya nuh, min hemûyan jî dît û jê hez kir.
çîyayê agirî bi rastî jî gelek biheybet e û dîmenek xweş e di paşfona navçeyê de. qesra îshaq paşaê gelek xweş e, qebra ehmedê xanî jî hêjayî dîtinê ye. di tabelayên wê de agahiyên bi kurdî jî hene. kufteya abdîgor gelek xweş bû. guh nedin şîroveyên jorîn *
çala meteorê tam di sînora îranê ye. bi rastî jî mezin e. mîna cennet cehennema li mêrsînê ye.



03.10.2018 23:22 ~2018.10.17 23:08 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bazîd

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî