Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
annihilation

annihilation

1. li gorî imdbyê 6.9 heq kiriye lê min 95 pûan dayê. fîlmek xweş û resen e. min gelek jê hez kir. mirov dikare bi saetan, li ser wê nîaşê bike.
mijar orjînal e û mirov meraqê dike û dîmenên gelek xweşik dihewîne. dema mirov sere sere jî temaşe dike ji senaryoyê hez dike lê dema mirov hinekî di derbarê wê de dixwîne bêtir hez dike.
ji vir pê ve spoiler e, ger we temaşe nekiribe, nexwînin.

xaniya ku nêzikî fenerê ye û ajala hov êrîşî wan dike, kopîya mala lena ye. jixwe dema mêrê wê vegeriyabû malê jê gotibû ku hema ketiye malê û rasterast wê li hemberî xwe dîtiye. ango mêrê wê jî hatiye vê malê bi awayekî derbasî mala wan ya rastîn bûye.

li gorî teorîyan, di vê fîlmê de fezayî, sembola "tunekirina xwe bixwe" ye. yanî çewtiyên ku mirov dikin û bi van kirinên xwe, xwe tune dikin. dîsa "çirûsk" jî belkî psîkolojiya me ya demên depresyonê ye ku eyn mîna çîrûska fîlmê, fikr û ramanên me xerab dike, hestên me tevlîhev dike, nêrîna me ya di derbarê xwe de diguherîne. çawa dema ku eyarên mejiyê mirov xera bibe, her tiştî çewt dibîne, çewt difikire û çewt tev digere: di bandora çîrûkê de jî mirov û hemû candarên din wisa tev digerin. him di warê tevgerên fîzîkî de, him jî di qada genetîk de.

ji hinek aliyan ve dişibe fîlma arrivalê. di wir de jî fezayî li me didan nîşandan ku ziman çawa dikare li ser fikrên me û awayê têgihîna me bandorê bike. heçko vê carê psîkolojî, ketiye şûna zimên. di sahneyekî de hevala wê ji lena re dibêje "Dr Ventress riya rûbirûbûna bi wê (çirûskê) bijart û tu jî riya berxwedanê hildibijêrî. lê ez yekê jî naxwazim." û xwe berdide nav xwezayê û tune dibe. gelo ev jî ne bertekên mirovan ya li hemberî psîkolojiya xerab be:
îhtîmala ewil: bi saya vê aloziyê, nasîna xwe
îhtîmala duyemîn: li ber xwe dan û bêyî tu guherînek, ji vê aloziyê xelas bûn
îhtîmala sêyemîn: xwe teslîmî vê aloziyê kirin. (belkî mirin belkî xwekujî)

di sahneyek din de jî Dr Ventress ji lena re dibêje behsa xwekuştinê dike. dibêje herkes xwe nakuje lê herkes bi awayekî zerarê dide xwe. jixwe navê fîlmê jî tunebûn e. herkes bi awayekî, xwe tune dike.

di fîlmê karakterê fîzîkzan dibêje ku ev çîrûsk tiştekî mîna prîzmayê ye lê ne tenê tîrêjêmn ronahîyê lê belê her tiştî dişikîne, diguherîne. heta dna'ya jîndaran jî. bi rastî jî çîrûsk rasterast zerarê nade tu tiştî. her tiştî ji nû ve diafirîne, weke mînak karxezal dibin mîna kîvroşkan û stûyê wan kûlîlk vedikin, tîmsah û hirç dîsa hov in. belkî her candar, li gorî kesatîya xwe, bertekê dide vê veguherînê. hinek jê erênî, hinek jê neyînî.

mêrê wê kane, jixwe ji ber xîyaneta jina xwe, teklîfa vê operasyona xeternak qebûl dike. yanî mirinê dixwaze û çirûsk vê mirinê dide wî.
yek ji ber êrîşa hirç, dikeve telaşê û dimire.
yek xwe wenda dike, aqil davêje û xwe dibe mirinê.
Dr Ventress jixwe li ber mirinê ye, tenê çirûskê meraq dike û digihe mirada xwe.
noqteyek din, lena di fînalê de, cêwika xwe dikuje. îhtîmalek mezintir jî, xwe dikuje. lê bawerke ne mecbûr bû, ji ber ku karxezalên di daristanê de jî bûbûn cêwik û di nav ahengekî de dijîyan. lena, di sahneyekê de digot ku ji xwe nefretê dike. û bîngo, ji ber ku ji xwe nefretê dikir, xwe kuşt!
xwe kuşt û çi bû. mêrê wê yê ku ji ber xîyaneta wê nexweş ketibû, sax bû. tabî kopîya wî.
welhasil, li hemberî stressê an jî rewşa giran, hinek wenda dikin, hinek wenda dibin, hinek diguherin, hinek xwe dibînin û hinek jî bi ser dikevin.

em werin dawîyê;
kane ê ku vegeriyabû, ya sexte bû.
lena a ku vegeriya, ya sexte bû. (ji ber ku ya rastîn, ji ber hînbûna mirina mêrê xwe, dev ji berxwedanê berdabû.
an jî ne sexte bû û kopîya wê ya fezayî, ji ber ku taybetîya mirovan ya zerardayîna xwe jî kopî kiribû, xwe û mala xwe şewitand û întîxar kir. an jî, belkî ev fezayî hatibû da ku alîkarîya dinyayê bike. tambetîyên nû li tîmsah û hirç zêde kiribû da ku baştir bikarin nêçîrê bikin. taybetîyên nû li karxezalan zêde kiribû da ku baştir bikarin xwe kamufle bikin. lê dema dît ku lena wê naxwaze û dixwaze wî bikuje, hema dev ji xwe berda, hişt ku agir bi wî û mala wî bikeve.



03.12.2018 20:57 ~20:58 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» annihilation

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî