Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
pirsên ku divê her mirovek bi xwe pirs bike

pirsên ku divê her mirovek bi xwe pirs bike

1. 1-) Di Qur'anê de Qûr'an?

Qur'an xwe ji me re çawa dide nasîn?
Qur'an ji me re xwe çawa radigihîne?
Qur'an ji me re xwe çawa ravedike?

2-) Qur'an çima dahat(nazil bû)?

Armanca dahatina Qur'anê çi ye?
Li hember Qur'anê erk û peywirên me çi ne?

3-) Qur'an çi yê min/me dibe?

4-) Ez li kû derê Qur'anê me?
      Em li kû derê Qur'anê ne?

Jiyana min li gorî mebesta dahatina Qûr'anê kîjan beşê de ye, çi astê de ye?
Di mijara bicîhanîna erkên min yên li hemberî Qur'anê de kijan pileyê de me, çi qas bicîh dihînim?

5-) Bêqur'anî bêîmanî ye!
      Bêqûr'an man bêbawerî ye.
 
Ev xala pêncem bi xwe hem pirsek e hem bersivek e û hem jî encamek gellek balkêş e.Kesên ku haya wan ji Qur'anê nîn e, nizanin Qur'an ji wan re çi dibêje, berpirsiyên xwe yên li hember Qur'anê nahênin cih bêîman in.


Gava kesek ev pênc pirsên ku li jor de ne bi xwe pirs bike bigihe ev encamê ku wek xala 5em hatiye nivîsandin.

Bawermend bûn ango mûmin bûn bi xwe pirs kirina pirsa duyem destpê dike. Heger ev pirs nehêt bi xwe pirs kirin hîç kesek nikare seh bike ku fermanên Xweda hene. Û yekî nikane pê bihisî ku divê wan fermanan bihêne cih.

Baş e, bersivên wan pirsan çi ne? Mirov divê çawa bibersivînî wan pirsan?

1-) xwendin
2-) têgihîştin
3-) jiyîn
4-) ravekirin
5-) jiyandin

A rastî xwendin û têgihîştin yek in. Lê belê mirov bi awayekî sosret dikarin bêtêgihîştinê jî bixwînin. Ji ber vê yekê di du xalan de wek cuda bihêt destnîşankirin bi ya min hê jî baş dihêt sehandin.

Pir baş e, em bi çi û çawa ravebikin û bidin vejandin?

1-) bi ayetan(Hevokên Qur'anê)
2-) bi hedîsan(kirin û gotinên Pêxember)
3-) bi siyerê(jiyana Pêxember)
4-) bi vacê(mantiqê)
5-) bi derxistina encaman

Wek piştrast tenê ayet bes in. Ji bo piştrastkirinê ji xeynî ayetan tu tişt pêwîst nîn e.

Ji bo kesên ku dibêjin baweriya me li ser îslamê he ye, hedîs û siyer ne wekî ayetan bo piştrastkirinê, wek piştevaniya ayetan dikarin bihên vegotin.

Ji bo kesên ku dibêjin baweriya me li ser îslamê nîn e, mirov bi riya encam derxistinê û bi vacê re ne wekî ayetan bo piştrastkirinê, wek piştevaniya ayetan dikare ravekirinan bike.



02.04.2019 07:04 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsên kurdî û kurdewarî
» divê-dibe
» here we go again
» mirovekirind
» xwedê çiyayan dibîne û berfê dibarîne
» pirsnîşan
» bike malpera destpêkê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî