Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    35 mijar û 52 peyam
    yekemîn tişta ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî

    yekemîn tişta ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî
    [ (1), (0) û ecêb (0)]

    20. dema ku şiyar dibim yekcar bi dengê xwe yê qalind ew dubendikên ji helbestê şêx evdirehmanê axtepî ya bi navê pur hezîn im dixwînim.

    nizanim ji ber çi? belku nû şiyarbûnê dengê min ji asayê gelek stûr derkevê û ev jî xweşa min dihênê. dibe ku kul û derdên min her ku diçin zêde û mezin dibin. Kê dizanê? ji lêvên min derdikevin û hildikevin tevî dorhêlê dibin. êdî dibin xwemalî herkesî.

    der xerîbê berf û bahozê 'ecaib dil kewand
    dê çikim ya rebb, medet dinya li min têk bû 'ezab

    ji asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek serrad
    agirê hicran û xurbet, min di dil bû îltîhab


    pê rê pêhisîna kurdbûna xwe ku hercar di bîra min de cihekî saxlem de ye dîsa pê dide ser. û ew dubendikê mele mihimedê şoşikî ku min cara yekem yan li tirşikê yan jî li twitterê xwendibû û yekcar jiber kiribû dixwênim.

    mijar û mebhesa kurdan netê tahmkin bi dev û dindan
    ji ku hişk e wekê sindan ne tê dayîn ne tê hildan.


    û pê re bi gotineke herî sivik nebesatî û neşarezabûna serdarên me û kiryarên wan yên bêrûmet tê bîrê. parçeyek ji helbestê pîremêrd ya bi navê taqtaqkere hidikevê devê min.

    taqtaqkerekey serdarî kanî
    boç denallênî heta beyanî?

    hîç kes natwanê ta roj binallê
    meger ’aşiqê sewday xallê

    diyar e min û to herdû hamferd în
    herdûkman wek yek tûşî yek derd în

    were herdûkman nalleman yek xeyn
    bellkû bem ‘eşqe nîştiman ser xeyn


    pê re tewizîbûna min û tirsokbûna min dihê bîra min. ev çarîne ya seyîd elîye findîkî dixwînim.

    de ka rabe, tu bes raze!
    xwe pêk bîne gelek taze,
    li pêş te kaş û efraz e,
    ji vê razanê şerm nakî?


    û pê re dîsa kul û derdên min hemû tên bîra min. dîsa jî devê dîzika wan derd û kulan digirim. xwe digihînim xwedayê xwe û ji vî dixwazim daxwazên xwe û ev dubendikên ehmedê xanî bilêv dikim. dizanim. Xweda bigihêjî min û destê min bigrê û ezê rabim ser piyan. emê rabin ser piyan. bi destûr û alikariya xwedê.

    xanîya zayi' me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
    bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

    saniê mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
    lutf û îhsana wî jî derheq telebkarê xwe ye


    Nizanim hinek ji helbestan hez dikim herhal.



    2019.07.27-05:27 [guhertin:2019.07.27 05:48]| bilbilê dilkul

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    pêşeroj dê çawa be [2]
    Mijareke ji alîyê herkesî tê meraq kirin Di vê mijarê de dê texmîn...
    cinorek [1]
    Nivîskarê ku ez hetikandim e * gumgumok/116419 (bnr: istîxbarata tirşikê) ...
    ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
    ez im.
    lê divê mirov serî de, jiyana xwe bike kurdî. di rewşa ...
    li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep [1]
    çawa te dît keçikê lingê xwe ber bi kursiyê te ve dirêj kiriye ya asay...
    çeltik [1]
    Ferheng: Çenteyên biçûk, tûrik Em zêdetir ji bo yên ji tûrikan biçû...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » yekemîn xêlê tirşikvanan
    » tişta ku wê şûna klavye û mişkan bigire
    » dema bê ya nêzîk
    » mirovê lawaz dê çawa xûrt bibin
    » şiyar
    » dibêjê dibêjê lê napêjê
    » te pe list te pe mist
    » birayên karamazov
    » wild wild country

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî