Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beniyê hespa

beniyê hespa

1. Hevalekî minî ûzbekî û diya wî em vexwendin mala xwe ji bo şîvê.

Berê jî me wan vexwendibûn mala xwe. Mirovên baş in. Şîv dabûn wanan. Kutilk filan çêkiribû diya min.

Ez , bavê min, diya min, birayê minî 5 salî û ji dostên malê du kes(mêr û jina wî) çûn şîvê.

Şîva me ji berê ve hatibû diyar kirin. Şorbeyek millî û kultûrî yên ûzbekan, girara ûzbekî û beniyê bi goştê hespan.

Divê heqê camêr mexwim gotibu ev her sê xwarin xwarinên me yên neteweyî û çandeyî ne. Em kereseyên wan hemû ji ûzbekistanê anîn, hemû orjinal in. Heke hûn nikarin bixwin emê beniyê hespa çênakin. Hûn ne mecbûr in bixwin.

Me go na. Emê bixwin. Em birayê hev in. Çanda we ser serê me ye. Jixwe goştê (hespa ne heram e. Bi milyonan misilman dixwin.) lê me got ji jinan re mebêjin benî ji goştê hespa ye. Ew jî got bere bê.

Şorbeya ûzbekî gelek xweş bû. Di nava wê de gêzer, kuvarik, kartol, zeytûn(hem ên reş hem jî ên şîn), av, hinek rûn, xwê hebûn. Min dilopek av di binê kasikê de nehişt.

Pilava ûzbekî gelekî û gelekî xweş bû. Bi qasî navdarbûna xwe bû. Biharatên cûrbecûr û taybet çêjek bi têra xwe xweş danibû birincê. Birinc jî cuda bû. Hinek giyayên taybet û bi têra xwe tîkê goştê berxa jî hebû di nava girarê de. Min daneyek jî nehişt di têfika xwe de.

Min du çêniyên gilover yên Beniyê hespa jî xwar. 4 parçeyên çemberî, wek sincûqa lê hinek mezin û hinekî dî qalind berdabûn ser girarê. Min qet jê hez nekir. Carekî din naxwim. Çêja goştê gelek giran bû li min, rûnê hişk yên goştê giran û zêde bû. Goşt hişk bû, xaşeya ser goştê ne zirav bû ne xweş bû. Ji ber ku nebê şerm min nîvî xwar, nîvî hişt.

Bi kurtî û kurmancî ez ne poşman im ji ber ceribandina vê beniyê. Lê naxwazim careke din bixwim.

Di vê navê de firaxên ku tê de xwarinan servîs dikirin pir xweşik bûn. Wek sêniyên çînîyan li gorî çanda ûzbekî nîgarkirî bûn.

Wek şîretek,
Biya min mirovên ku tatêl dikin dikarin vê goştê biceribînin, lê carek tenê û ewqas. Zehf nezorînin çavên min.



13.09.2019 03:19 ~03:22 | bilbilê dilkul

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beniyê hespa

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî