Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
nermikê serî

nermikê serî

1. peyva ku tirkiya wê bıngıldak, îngîlîzî/latînî/zimanê tipê de jî fontanel AN JÎ fontanelle Ye.



valahiyek navbera hestiyan de ye ku bi zarokên zikê dayik de/zarokên biçûk de, hene. hestiyên serê pitik/zarokên biçûk (erê te rast bihîst, qafê serê mirov jî, ji dehan hestiyan pêk tê) li cihên ku digihine hev, tam nakevin hev. li quncika gihîna hev ya 3-4 hestiyan de valahiyek dimîne ku ev der tenê bi membranan(zar) pêk tê û gelekî nerm e.



dema zarok ji diya xwe dibe, ji bo ku bikare riya derketîna ji zikê dayikê derbas bibe pêwist e serê wî/wê jî derfet bide tewandin/şidandin û hwd. deformasyonan. bi saya van valahiyan serê zarokan dikare li gora riya derketina ji zikê dayika xwe, teje bistîne, xwe biguherîne.



laşê mirovan de 4 heb ji van nermikan heye;



1- nermika pêş (anterior fontanel); dema zarok tê dinyayê, hê jî vekiriye. di navbera 3-18 mehan de tê girtin. yanî bi hestî tije dibe. ev fontanel navbera 2 hestiyên frontal û 2 hestiyên parîetal e.



2- nermika paş (posterior fontanel); dema zarok tê dinyayê ev jî vekiriye, di nava 2-3 mehan de tê girtin. carina dema zarok tê dinyayê, girtî ye. ev fontanel navbera 2 hestiyên parîetal û hestiya occîpîtal de ye.



3- nermika aliyan (sphenoidal fontanelle) (li aliyê rastê û çepê yek heb heye); di nava 6 mehan de tê girtin. ev fontanel jî navbera hestiyên sfenoîd(sphenoid), parietal, temporal û frontal de ye.



4- nermika aliyan (mastoid fontanelle) (li aliyê rastê û çepê yek heb heye); di nava 6-18 mehan de tê girtin. ev fontanel tam binê hestiyê parîetal û navbera vê hestiyê û hestiyên occîpîtal û hestiyê temporal de ye.



dema mirov li van deran de tiliya xwe bişidîne, tiliya mirov pê de diçe. (li malê neceribînin!!) dema hûn zarokên xwe yên biçûk dibin doktorê zarokan, hûn ê têderxin ku carina destê xwe li serê zarok dişidîne û kontrolê dike.

carina mirov dikare 'AVÊTIN'EK BIBÎNE. EV YEK OLANA AVÊTINA DIL E. NORMAL E. JI BER arterÊN menÎnksAN ÇÊDIBE.



HER WIHA BI SAYA VAN VALAHIYAN DOKTOR DIKArin ji vir li ulstrasona serê zarokan binêrin. (mirovên mezin de êdî ev pêkan nabe)



hinek rewşan de, ev cihên nermik dikarin biwerimin/pif bibin. ev ne tiştek normal e û dikare ji ber van sedeman be:

-ensefalît (edebgirtina mejiyê)

-hîdrosefalî (av berhevbûna li valahiyên mejiyê)

-menenjît (edebgirtina menînksan)



hinek rewşan de ev der dikare weke kortek pê de çûbe. ev jî ne tiştek normal e û dikare ji ber van sedeman be:

-malnûtrîsyon (kêm xwarin)

-dehîdratasyon (bê-av ketin)



hinek rewşan de ev der dikarin gelek dereng werin girtin an jî mezintir bibin. weke mînak di van rewşan de;

- sendroma down;

-hîdrosefalî

-kêmasiyê mezinbûnê ya întrauterîn

-zû jidayikbûn (prematur)

sedemên ku kêmtir tên dîtin;

-akondroplazî

-sendroma apert

-konjenîtal rubella

-osteogenezîs împerfecta

-rîkets



êrê. me derbarê van nermikên biçûk de ewqas agahî dan ku evqas agahî ne li wikipediaya kurdî ne li ya tirkî ne jî li ya îngîlîzî heye. aqîbet serê mijarên din. de vêca bila tu kurd nebêje ev çi nermik in li serê zaroka min.... *



30.09.2013 18:16 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nermikê serî
» serîkî pîvaz

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî