Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 50 peyam
nivîsandina tezê

nivîsandina tezê

8. dijwar e û di destpêkê da kêf nade ji mirovê ra.

(1) hema bibêje tu pirtûkek dinivîsî, mîna wê ye. hem jî pirtûkeka zanistî. tu di vê pirtûkê da meseleyek vedibêjî, agahî didî ji xwîneran ra. Gava tu agahî û hevokên ne yên te ji weşanên din distînî û dinivîsî, hewce ye tu navê van eseran/berheman lê zêde bikî. (bnr: çavkanî)

(2) tu, hema em bibên, Bi nivîsandina tezê/pirtûkê ve xwîneran hînî tiştekî dikî. ev yek, mamostetî ye. berî her tiştî divê tu alîyê hînkirinê ve jêhatî bibî. wekî mamosteyek ilmê hînkirinê bizanibî, da ku berhema te, pirtûka te kêrî tiştekî were. nivîsandina tezê an jî nivîsandina tiştekî zanistî, em dikarin bibêjin, berî her tiştî ji ber vê yekê zor e, dijwar e.

kesên ku nivîsa te dixwînin divê bi rehetî ji te fam bikin. ji ber vê yekê ku nivîskar pir caran ji hin kesan ra kar û nivîsa xwe didin xwendinê, didin kontrolkirinê. bi gotineka din, xwîner ku nivîsa te dixwînin çi ji te fam dikin û te dixwast te çi bigota, van her du gere ji hev cuda nebin.

Carekî din ez bibêjim, di nivîsandina tezê da çavkanî pir girîng e. tu çi hevok binivîsî gere tu agahîyên rasteqîn bidî. an jî tu çavkanî daynî û ji berpirsiyariya van hevokan xwe xelas bikî: "filan kes wer gotîye". Heya ji destê te hat, çavkanî li jêwergirtinan zêde bike.

(3) û sedema sisêyan jî ew e ku "karê nivîsandin" bixwe karekî dijwar e. nivîsandin ji axaftinê dijwartir e. ji ber ku ji zaroktîyê heta niha ye em her diaxivin, vegotina tiştekî yê bi devkî ji me ra rehet tê. lê dema ku ew tişt bi nivîskî be mirov zehmetî bi vegotina vê yekê ra dikişîne. (bnr: axaftin vs nivîsandin)

Kesên xwendî, "xwendevanên biserketî", li dibistanan perwerde bûne, pir tiştan elimîne lê dîsa jî nivîsandina wan kin e, lawaz e. zêdeparîya xwendevanan bi rastî nizanin baş binivîsin.

wekî din, nivîsandina tezê nivîsandina zanistî ye û ji nivîsên wêjeyî (roman û helbest) zahf cuda ye. û nema wek nivîsandina rojnivîskê ye.

Nivîsandina tezê (bnr: writing thesis), ne wek spartekên derewîn e, xwendevanê/a ezîz yên "biserketî". de were binivîse!



07.11.2019 20:52 ~2019.12.04 00:16 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîsandina kurdî
» tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî