Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
ji înternetê kirîna albûmên kurdî

ji înternetê kirîna albûmên kurdî

2. mixabin hê jî ne pêkan e. ya xerabtir ew e ku êdî jixwe mûzîkjen cd dernaxin. ê tabî êdî serdema cdyan derbas bû. êdî herkes stranên xwe li platformên dîjîtal yên weke spotify, youtube music, itunes û hwd. bar dikin. stran li vir bar didin û serê her guhdarkirinê, nêzikî 1 qurîş diçe ji bo stranbêj. yanî eger hûn li ser spotifyê albûma stranbêjekî kurd vekin û 2.000 caran li stranên wî/wê guhdar bikin, encax wê demê wê 20 tl qencîya we bigihe stranbêj. ev jî li gorî min tiştekî eletewş e. ez dixwazim pereyê ku didim, rasterast here bêrika hunermend de lê mixabin îmkana vê yekê xuya nake.

ji aliyê din ve problemek ji vê mezintir jî heye ku hunermendên kurd nikarin mafên telîfan jî bistînin ji bo vê yekê jî hinek sedem hene. mem ararat nivîsekî nivîsandibû di derbarê mijarê de, wê nivîsê li jêr parve dikim.

niha ji bo min derd e, ka ez çawa dkikarim heqê stranbêjên kurd bigihînim wan.

nivîsa mem ararat:

"Heta niha bi piranî rewşa muzîka kurdî hate niqaş kirin. Lê belê di vê nivîsê de ez ê hewl bidim pirsgirêkên muzikjenên kurd, bi qasî ku devê min bigere, şîrove bikim û bala we xwîneran bikişînim ser hin xalan. Lewma pirsgirêkên muzîka kurdî û muzîkjenên kurd bi awayekî şidiyayî bi hev ve girêdayî ne.

Pêşketinên amûrên ragihandinê êdî mirov dikare bêje li gorî bist sal berî niha dinyayeke nû derxistiye pêşberî me. Helbet ev guherîn di hemû qadên jiyanê de pêdiviya ji nû ve sazbûnê derxistiye holê. Pêdiviya ji nû ve sazbûnê di warê muzîkê de jî xwe daye ferzkirin. Bazara muzîkê di demên dawî de, piştî tevlihevîyekê êdî xwe li gorî demê ji nû ve saz dike.
Li seranserî cihanê awayên belavkirina berheman, komkirina telîfan hê jî mijara niqaşên tûj in. Herî dawî Yekitiya Ewropayê (YE) biryareke nû stand. Li gorî vê biryarê platformên mîna Google, Youtube, Facebook hwd. dema ku naverokekê parve bike divê di parzûnekê re derbas bike.

Lewma dema ku di naverokê de mafê telîfê hebe, divê bê destûr neyên parvekirin û naverokên di parzûnê de bialiqe divê ji ser platforman were paqij paqij kirin. Ev pêşnûmaya qanûnî di demên borî de ji hêla Yekîtiya Ewropa hate erêkirin û di demên pêş de wê were sepandin. Ev biryar bêgûman dê rê li ber gelek pirsgirêkên nû veke û ev mijar wê hê jî were niqaşkirin. Xuya ye wê
gelek guherîn çêbibe. Beriya ku li ber neynika van guherîna vegerim ser muzîk û muzîkjenên kurd, ji bo kesên ku haya wan hê jî ji teknîka komkirin û belavkirina mafên telîfan tuneye dixwazim hin xalên bingehîn bi we xwîneran re parve bikim.

Li gorî sîstema li Tirkiyê, ku li gelek deverên Ewropayê jî wisa ye, komkirin û belavkirina berdêla mafê telîfa wisa pêk tê. Ev xebat bi tomarkirina stranê dest pê dike. Muzîkjen strana xwe li studyoyê tomar dike û bi şîrketek produksiyonê re li hev dike. Berîya ku album an jî stran bi awayekî fermî were çapkirin, an jî li ser platformên dîjîtal were belavkirin şîrketên produksiyonê bi rêya muyap'ê (Yekîtiya Pîşeya çêkerên Fonograman ên Xwediyê Mafan) mafê fonogramê û kodên IRSC'e distîne. MUYAP saziyek bi Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve girêdayî ye û fermî ye. Her wiha saziyeke sivil e. Şîrketên produksiyonê ji bo her stranê kodeke IRSC'eyê distîne ku ev kod dibe nasnameya stranê ya dîjîtal. Bi saya koda IRSC'ê stran li ser platformên dîjîtal li temamê cîhanê tê şopandin.

Berîya albûm an jî stran derbiçe, divê muzîkjen bibe endamê hin saziyên pîşeyî yên mîna mesam, muyorbir'ê. Nexwe ew dê nikaribin mafên telîfan yên para wan dikeve werbigire. Ev sazî jî weke MUYAP'ê ji hêla Wezareta Çandê bi awayekî fermî tên qebûlkirin. Her wiha têkili a peymanên van saziyan bi gelek saziyên pişeyî yên dewletên din jî re heye.
Mirov dikare bêje Saziyên mîna MESAM (Yekitiya Xwediyê Berhemên Muzikê yê Tirkiyê) û msg mafên telifên bestekar û nûserên ser gotinên stranan û aranjoran kom dike û li endamên xwe belav dike.

Saziyên mîna MUYORBIR (Yekîtîya Pîşeyî ya Şîrovekarên Muzikê) jî mafên stranbêjiye kom dikin û li endamên xwe bi qasî heqkirinên wan belav dikin. Li gorî vê pergalê hemû mafên telîfan bi rêya saziyên pîşeyî tên komkirin a li bestekar, stranbêj, nûserên gotinên stranan tên belavkirin. Mantalîte ev e.

Ev pergal dema ku bi awayekî zelal were meşandin, pergaleke baş e jî; lê belê ne bêqisûr e. Hin saziyên pîşeyî mîna MUYORBIR ji bo endametiyê hin şertan diyar dikin. Li gorî şertên wan ên ku bixwazin bibin endamên MUYORBIR'ê, divê herî kêm berhemeke wan hebe ku hatibe weşandin û di hundirê salekê de ji platformên mîna Google Play, iTunes, Deezer, Spotify û hwd. pênc hezar
caran hatibe daxistin. ya rast di prosedurê de ev kota ji bo hemû kesî ye, lê belê herî zêde muzîkjenên kurd ji vê yekê mexdûr dibin. Lewma elimandinên guhdarên muzîka kurdî gelek cuda ne.
Bi piranî ji ser platformên mîna YouTube û malperên videoyan guhdarî dikin. Mixabin gelek kêm e kesên bi peretî dadixin. Lewma gelek muzîkjenên kurd stranên wan li ser platformên mîna YouTube bi deh milyonan tên tikandin jî nagihîjin pênc hazar downloadan (daxistin). Ev yek gelek sebebên wê hene. Mixabin kurdî hê jî ne zimanekî fermî ye. Tu sazî tune ye ku piştevaniya muzîka kurdî bikin.
TV & radyoyên ku bi kurdî weşana muzika dikin gelek kêm in. Di van mijaran de gelek muzîkjenên kurd ne xwedî agahî ne û nizanin ew ê çawa tevbigerin û mixabin zêde napirsin jî. Têkiliyên di navbera muzikjenên kurd de gelek qels in.
Bi awayeki rêxistinkirî tevnagerin. Mixabin saziyên heyî jî vê valahiyê nikarin dagirin.

Dema muzîkjen nebe endamê van saziyên pîşeyî yên mina MESAM u MUYORBIR çi dibe?

Weke di serî de jî me qal kir, dema muzîkjen nebin endamê MESAM'ê, telîfên stranên ku wî/wê bestekirine û gotinên wê nivîsandine nikare werbigire. Dema ku muzîkjen nebe endamê MÜYORBIR'ê jî, mafên telîfên şîrovekariyê nikare werbigire. Ev saziyên pîşeyî mafê telîfan ne tenê ji ser platformên dîjîtal kom dikin, her wiha radyo, televîzyon, hotel, restoran û hwd. jî kom dikin.
Pergalê xwe li gorî saziyên pîşeyî saz kiriye. Ji ber ku pergal ev e, ev şertên MUYORBIR daniye rê li ber neheqiyên mezin vedike, ku herî zêde muzîkjenên kurd ji vê neheqiyê mexdûr dibin. Lewma platformên dijîtal mafê şîrovekar û bestekar û aranjoran radizinin hesabên van saziyan. Dema muzîkjen nebûbin endamên van saziyan ew pereyên tên komkirin di birka van saziyan de dimîne
Gelek hunermendên kurd hene ji ber ku nikarin heqdestê muzîkjenan û studyoyan bidin nikarin xebatên nû saz bikin. Ji hêlekê de tunebûneke wisa heye, ji hêla din jî neheqiyeke bi vî rengî. Mixabin ji ber ku muzîkjen û stranbêjan bi awayekî rêxistinbûyi îtiraz nekirine ev rewş û ev neheqî hatiye heta vî derî. Bêgûman ji bo muzîkjenên kurd sazîbûn û rêxistinbûn divê.
Sazîyek bikare hemû fikr û hizrên muzîkjenan di binê sîwana xwe de bicivîne. Lewma ev yek nebe, mixabin ev neheqî ew ê her dom bike û herî zêde kurd ew ê ji vê neheqiyê bibin xwedî par. Tenê li Bakur bi sedan muzîkjenên kurd hene û gelek ji van kesan baş tên nasîn. Dema ku hemû bên ba hev, dikarin saziyek mîna MUYORBIR û MESAMê bi xwe ava bikin jixwe.

Her wiha dema ku bi awayekî rasteqînî were destê hev bigirin dikarin bandoreke mezin li van saziyan û li vê bazarê bikin û rê li ber van neheqiyan bigirin. Lewma ev neheqiyên wisa şertên dijwar ên heyî girantir dikin û li ber pêşketinê dibin bendav.

Xwînerên delal, dixwazim der barê mijareke din a di vî warî de wê de çend gotinan bêjim jî talankirina muzîka kurdî ye. Ji ber ku bi awayekî fermî stranên stranbêjên kurd nehatine qeydkirin, gelek hatine talankirin. Gelek stranên gelerî yên bi kurdî û stranên hunermendên kurd li zimanên tirkî, erebî û farisî hatine wergerandin. Gelek kes hene li bin stranên gelerî navê xwe dinivîsin. Her wiha li stranên hin hunermendên kurd yên jiyana xwe ji dest dane jî dibin xwedî. Mixabin ev bêedebî hê jî tên kirin. Tişta herî sosret jî ew e ku ev yek ji hêla wan kesan ve hatiye kirin ku bi eslê xwe kurd
in. Her wiha hin şîrketên produksiyonê, dema stran bi kurdî be, li xwediyê wê nanêrin, lewma wan jî ferq kiriye ev qadeke bêxwedî ye. Li bin wê gotin û muzîk gelerî dinivîsin û bi hin kesan didin xwendin û wan dixin bazarê. Mixabin ev rewş ji ber ku hunermendên kurd stranên xwe bi awayê fermî tomar nekirine pêşketîye. Hevalên hunermend divê di vê xalê de bi baldarî tevbigerin û stranên xwe bi awayê fermî jî tomar bikin nû nehêlin ev bêedebî li wan û li stranên bi kurdî were kirin. Divê hunermendên Kurd li keda xwe xwedî derkevin. Lewma ev çanda talanê hê jî dom dike mixabin. Binêrin mînakên wisa li cîhanê êdî gelek kêm min. Li gorî min rêlibergirtina vê bêedebi û vê talanê helwestekê neteweyî ye. Divê hunermendên kurd têkiliya xwe bi hev re xurt bikin û zanînên xwe bi hev re parve bikin. Jixwe bi vê mebestê min xwest vê nivisê bi we re parve bikim."



16.11.2019 23:27 ~23:27 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» albûmên mûzîka kurdî yên di sala 2013an de derketine
» kurdîstan tu wate ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî