Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
şanzimana bi du debriyaj

şanzimana bi du debriyaj

1. bi îngîlîzi dual-clutch transmission tê gotin. wek çift kavramalı şanzıman li ser zimanê tirki hatiye wergerandin
bi kurdî meriv dikare bêje çi nizanim lê ger pêşniyazên me yên tirşikvanên hêja hebîn em karin nîqaşa evê têgehê bikin. neyse
me go çi? ez dixwazim mantiqa xebitîna vê şanzimanê rave bikim belkî bêtir bê têgihîştin. di vana vê şanzimanê de du heb seta debriyajê hene loma jê re dibêjin çiftkavramalı an jî dual clutch. debriyajek ji çerxên 1-3-5 berpirs e debriyajek dî jî ji çerxên 2-4-6 berpirs e. dema erebe tê xebitandin cara ewil debriyajek çerxa vitêza 1ê amade dike û tavilê erebe dikeve vitêze 1ê di vê kêliyê de debriyajê dî jî hê şanziman li ser çerxa ewil e çerxa 2yê amade dike û bi lezeke pirr baş vitêz derbasî 2yê dibe. û kêliya ku çerxa 1ê vala dibe çerxa 3ê amade dibe. ew rewş wisa dewam dike. ji ber ku du heb debriyaj hene meriv hîç guherîna vitêzan hîs nake. ji nava hemî şanzimanên otomotik de (ji xeynî şanzimana cvt, çi ku di cvtyê de vitêz jixwe nîn e) ya herî pêşketî bi konfor ev e.
du heb avantajên wê hene; yek ji ber ku dewra erebeyê bilind nake û vitêzan zû diguherîne benzîn-dîzel-lpgyê zêde xerç nake, naşewitîne ango ekonomîk e, ya dî jî bi konfor e.
çend heb dezavantajên wê hene; yek pirr hessas e zû xira dibe, pirr giran e parçeyên wê zêde ne loma hem wesayîtê giran dike hem jî buha dike, temîra wê buha ye, çêkirina wê jî pirr zehmet e loma her çend heqê perçeyên xirabûyî buha bin jî bi wê qasî jî heqê karkerîya hostayî jî zêde ye. di van şanzimanan de mêjiya kontrolkirina şanzimanê heye dibêjin mekatronîk. dema tu di nava trafiqê de zêde bimîni çerxên şanzimanê pirr germ dibin û ji ber ortama germahiyê ew mêjî dibe ku bişewite û hûn ê di orta rê de dîl bibî...
çend marqayên vê şanzimanê dsg, edc, dct, powershift hwd....

not: ji bo xêra xwe ji dsgyê dûr bin ango ji passat, golf, jetta û polo...



23.11.2019 15:36 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» şanzimana bi torq konvertor
» debriyaj

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî