22. heta çardeh mehê berê jî ez bûm aniha kurekî min î 14 mehî heye û ji roja ku hatye dinyê tu peyveke bi tirkî bi şaşî be jî min jê re bi lev nekiriye. Lê bi xwudê gelek zehmet e lê ya ku zehmet e ne ziman û kurik bixwe ye lê bes qanîkirina rastiya ''ev zarok tirkî fêm nake loma ji kerema xwe bi tirkî jê hez nekin, banga wî nekin'' gelek zehmet e. law her kî dibîne hama dişê bi tirkî jê hez bike lê ez nahêlim. hindek jê dibêjin dev ji kurdî berde siberoj wê di dibistanê de zehmetiyê bikşîne falan û bêvan. çend meh berê jî merivekî min î devbelaş got tu çima bi tirkî pê re naştexilî? mi got kurd e loma. got ma sibê dê ew zehmetiyê bikêşe. mi got tu çend salan zankoyê xwendiye? te li ser perwerdekirin û mezinkirin û terbiyeya zarokan çend sal lîsans xwendine? çend gotar, maqale û kitêb xitim kirine? tu bi çi wesfî dikarî aqilî bidî min? |
|
24.11.2019 22:09 ~22:33 |
ferhenga şikestî
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |