Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
evîn

evîn

70. Evîn ne tava xwudê ye, ne derdekî bê derman e, ne li pişt çîyayê qafê ye û ne jî berfa li ser çiyayê Agirîyê ye. Evîn rasterast reaksîyonên hormonên laşê mirovî ye. Meriv dema taybetiyên fîzîksel ên yekê/î diecibîne cara ewil hinekî bo wî/ê hessas dibe çimkî hormonên te, laşê te dorpêç dikin û ji ber bandora guherînên hormonal tu jî li gorî yên dî, meyldarî wî/ê kesî/ê dibî. Dûre pêvajoya duyem dest pê dike. Di vê pêvajoyê de jî ger karektera wî/ê li gorî te be hingî simulasyona evîndarbûnê dest pê dike. Tam di vê heyamê de du rê hene li pêşiya te. Eger ew jî hej te bike hûn digihîjin li hev. Piştî çend mehan ji ber tatmînbûna laşê te û mejiyê te êdî hêdî hêdî sarbûn dest pê dike. Êdî piştî çend mehan nabe gulpagulpa dilê te. Belkî hê jî hej jê dikî lê ew kelecana rojên ewilîn bi dawî dibe û ger têkiliya we jî wek kelecana we sar bibe hûn ji hev vediqetin lê na têkiliya we baş be hûn bi temamî li hev tên dizewicin û piştî çend salên zewacê dîsa têkiliya we dibe monoton. Ger karektera we têgihîştî, edilandî û kemilandî be hûn çav li berra derve nadin û zarokên xwe mezin dikin lê ne wisa be her gav çavê we li derve dimîne. Lê ger pêvajoya duyem xirab dest pê bike yanê ew hej ji te neke vê carê ji ber tatmînnebûnê hûn dikevin depresyonê û di çavê we de evîn tiştekî pirr pîroz, wek ku li çîyayê pişt qafê be tê dîtin. Ger ew jî li ber çavê we be yanî ji ber şert û mercên jiyana we timî li ber çavê we be ev pêvajo pirr dirêj dibe. Lê na ger ew kes ji we dûr be piştî çend mehan belkî çend salan hûn wî/ê kesî/ê ji bîr dikin û rotaya keştiya xwe ber bi deryayên dî re dizivirînin.
Ez ji kû dizanim? Çimkî ji wan pêvajoyan yeko yeko derbas bûm.
Eger karektera we ne pirr patolojîk be ango derûniya we pirr bi pirsgirêk nebe yanî hûn ne dîn û har û şîzofren bin ev pêvajo ji bo te jî ji bo her kes jî eynî ye.
Belasebeb serê xwe li xwe mezin nekin.
Evîna heqîqî û rastî û jidil û bêî menfaat evîna zarokan e.



02.12.2019 23:03 ~23:07 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» evîndarî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî