5. maça bi serkeftina amedsporê qediyayî.
-- hejmara temaşevanên li stadê li dor 10-12 hezaran de bû. li gorî tîmekî ku di lîgek wisa beredayÎ de ye Û di rêza 14'ê de ye, gelek gelek baş e.
-- amedspor futbolek baş dilîst. tÎma beriya 2 salan anî bîra min. top di lingê me de bû, bi piranî di kontrola me de bÛ lê me nedikarî pozîsyon biafirînin. ji ber ku me tiştên pir zehmet diceribandin. bi pasan em diçÛn heta ber qalê wan Û li wir jÎ di nav 8-9 futbolîstên tîma hember de wenda dibûn. ger me bi orteyan bilîsta bawer dikim wê rewş cûda bûya. ji xwe gol jî bi orteyek hat.
-- bünyamin yürür futbolek gelek gelek baş dilîze. bawer dikim ew ê here tÎmên gelek baştır Û lîgên gelek baştir de bilîze.
-- hüseyin yılmaz ji serî heta ku ji aliyê teknîk dîrektor ve hat derxistin qet nekarî tu tiştî bike. xûya nedikir. heçko ne di maçê de be. şûna wî erkut şentürk an jî bulut wê gelek baştir bûya.
-- piştgiriya aligiran bi rastî jî gelek gelek baş bû. ev maçên dawî ê me li mala xwe qezenc kiriye, hemû saxiya serê aligiran hat kar kirin. di tirûbÛnê de ev kelecan û coş tûne bûya yek ji wan jî nedihat qezenc kirin.
|