Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ganî nar

ganî nar

2. ji wanê ye. di sala 1962an de hatîye dinyayê. ev bi dehan sal in li elmanyayê dijî. Piştî vebûna nÇmê, li şaxa wê ya stenbolê jî hevkarîyê kiriye. bi kom û stranbêjên wek xanemîr, aram tîgran, koma şîrvan, grup yorum, grup kizilirmak, berbang, hekîm sefkan û hwd. re jî xebitîye.
di strana grup kizilirmak (ilkay akkaya) ya bi navê hazar de, dengê wî jî heye ku stranek pir xweş e. min berê digot qey ew dengê şivan perwer e.

di eslê xwe de yekemîn albûma wî bi tirkî ye. li gorî gotina wî, wê demê pêkan nebûye ku albûmek bi kurdî derxe û loma wî jî bi tirkî derxistiye lê dîsa li gorî gotina wî "elhamdulîlah dayîka wî jî li vê albûmê guhdar nekiriye".

albûma xwe ya ewil "welat" li ewropayê çêkiriye lê wê demê tê û diçe ewropayê. albûma wî bi rîya korsan hatiye bajarên kurdan lê li vir bi navê burhan çaçan û îbrahîm tatlises belav bûye. qaşo van stranbêjan stran kurdî gotine lê ji tirsa qûna xwe, bi navê xwe neweşandine.

di albûma xwe ya "jîyan" de, bi hasret gultekin re kar kiriye. gelek jê sûdê wergirtiye û bi dehan caran b hev re konseran dane. hevalek wî yê nêzik bûye. ev albûma wî, li gorî îfadeya wî, yekemîn albûma bi kurdî ya bi bandrol e.

di sala 1995an de çend mehan di girtîgehê de jî maye. di sala 1999an de bi temamî derbasî ewropayê kiriye. jixwe berî wê li tirkiyê bi sazîyên kurdan re jî navbera wî zêde ne baş e.

vê gavê li elmanyayê di bin banê tew-Çandê de dixebite.
mixabin nexweşîya tûmora rovîyan lê peyda bûye û 2 caran emelîyat bûye.

albûmên wî:
-misto 1992?
-welat 1992
-gowend vol. 2 1997
-agir 1998
-jîyan 1999
-bi min nekene 2004
-jana welat 2016



09.12.2019 23:43 ~23:43 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ganî mîrzo
» narincî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî