Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
kramp

kramp

1. emrê xwe de carek be jî, hatiye serê gelek kesan. piranî bi şev çêdibin û zêdetir li çîm/çêqên mirovan digire lê dikare dest û lingan jî bigire.

her ku emir zêdetir e îhtîmala krampan jî zêdetir e. her wiha di mehên ducanîbûnê de jî zêde dibe. mirov tu tişt neke jî bixwe derbas dibin, dikarin ji çend saniyeyan heta çend deqeyan, bidome. piştî derbasbûna krampê, êşa wê dikare bi saetan dewam bike.



çima dibe?

masûlkeyên laşê mirov de du beşên proteînan yên sereke hene ku bi saya wan masûlke dixebitin; aktîn û myosîn. ev her du proteîn dema hev û din re dibin yek, masûlke xwe dişidîne. ji bo hevberdana wan atp pêwist e. kêmasiya atp'ê de masûlke nikare xwe rihet bike û şidiyayî dimîne. weke mînak kêmasiya herikîna xwînê û xwînê de kêmasiya glukozê/şekirê yanî hîpoglîsemiyê de bi vî awayî pêk tê. lê mekanîzma herdem ne wisa ye tabî. carina sedem elektrolît in (sodyum, potasyum, magnezyumê, kalsîyum) û hwd. in.

sedema wê teqez nayê zanîn. heta radeyekê normal e lê carina jî sedema wê hinek nexweşî ne.

li movikên marîpişta mirov de komek rehik hene ku ji mejiyê mirov sînyalan tînin û digihînin organan. rehikên ku ji mejiyê tênî, piranî li pêşiya van hestiyên movikên marîpişta mirov de weke du par/du stû, ji movikan derdikevin û diçin organan. masûlkeyên mirovan jî bi vî awayî dişixulin. dema li van stûyên rehikan an jî xaçerêyên rehik-masûlkeyan de zêdebûna aktîvîteyê dibe sedem ku masûlke bixebitin, yanî xwe bişidînin. ji ber ku ev sînyal ne sînyalên orjînal yên ji mejiyê mirov tê, ne; bêkontrol in û xwe şindandina masûlkeyan gelek bi şîdet û bi êş e. ji ber ku masûlke belkî jî potansiyela xwe temamî bi kar tîne.

nav sedemên wê de bandora genetîkê jî, tê behskirin.

di van rewş û nexweşiyan de kramp zêde tên dîtin;

- sendroma lingên bêaram (restless legs sendromu) (bi taybetî vê nexweşiyê de pir e. bi kurtasî vê sendromê de mirov şev an jî roj kengî betal be hema jixweber lingên xwe dilivîne.)

- xew de lebatên lingan yên perîyodîk

- nokturnal myoklonus

- xerabiya herikîna xwînê yên arteryel û venoz

- perîferîk noropatî (di nexweşên şekir/diyabetê de)

- dîstonî



ji bo teşhîsê divê çîroka nexweş baş bê guhdarkirin, muayeneya norolojîk were kirin û tahlîlên weke emg, biyokîmya, testên fonksiyonên tîroîdê û hwd. were kirin.



ger tu teşhîs nekare were diyarkirin, ji vê rewşê re krampên şevê yên îdîopatîk tê binavkirin.

weke din jî gelek nexweşî û rewşên ku dikarin bibin sedema vê rewşê hene ku tespîta wan zehmet e

weke mînak; fitqên piştê, şidîna rehikan, noropatî, dîstonî, parkînson, nexweşiya noronên motor, multiple skleroz, hîpotîroîdî, dîabetes mellîtus, hîpokalsemî, hîpertîroîdî, nexweşiya addîson, hîpoglîsemî (xwînê de kêmasiya şekir), hîpokalemî (kêmasiya potasyumê), hîponatremî (kêmasiya sodyumê), dîyalîz, hîpomagnezemî (kêmasiya magnezyumê), emelbûna demek dirêj, nexweşiyên demaran, hebikên kontrola zarokanînê, dermanên dîûretîk, alkol, dermanên steroîd, lîtyum, dermanên kolesterolê (bi taybetê yên fîbrat), nexweşiya McArdle, nexweşiya krampan ya otozomal domînant...

ji nav van sedeman kêmasiya potasyum, sodyum, kalsîyum û magnezyumê û vîtamîn-b zêdetir tê dîtin.



ku sedema krampan bikare were diyarkirin, li gorî vê yekê tedawî dikare were plankirin. carina heye ku sedem tenê tîbûn e, yanî mirov xwe bê av nehêle, pirsgirêk jî namîne.



bi taybetî dema kramp bikeve çîp/çîm/çêqên mirov, mirov dikare bi manevrayêkê ji vê xelas bibe; bila kesek an jî hûn bixwe, bi her du destên xwe bi hemû tiliyên lingên xwe ve, serê lingên xwe bigirin û bikişînin xwe, yanî lingê xwe ber bi xwe ve bikişînin.



bi taybetî dema mirov di nav behrê/hewzê de be, kramp ketina li lingan gelekî nexweş e û xetere ye. û şensê min kengê bikevimê, tê serê min. ger ne wisa bûya dikarim ji mêrsîn heta qibrisê herim *



04.10.2013 18:48 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kramp

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî