Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojhan beken

rojhan beken

7. bi qasê ji hevpeyvîna li jor tê fêhmkirin, ji kurdbûnê îstîfa kiriye.
ji ber ku di hevpeyvînê de, navê rojhan ji nav navê xwe derxistiye û qet behsê nekiriye ku albûmên wî kurdî bûn an jî qet navê albûmên xwe jî negotiye. di hevpeyvînê de tenê li cihekê navê agirê jîyan derbas dibe û hew.
hemû stîla xwe jî guhertîye, ew rockerê ku di bergên albûmên xwe de hewl dida ku xwe wek yekî hişk nîşan bide çûye. vê carê xwe ewqas nermik kiriye û bi pisîka xwe pozekî wisa daye ku tê bê jî hestî lê nemaye.
di ser de jî di organîzasyonekî de marşa tirkan gotiye.

li gorî texmîna min, dilê wî ji kurdan maye û poşman bûye ku piştî wî emrî hînî kurdî bûye. niha ji bo zimanê tirkî dixebite. pirtûka wî jî têra xwe hatîye firotin.

di binê vê mijarê de behsa îdîaya şerê wî û rotînda hatibû kirin û ev yek wek sedema devjêberdana wî ya mûzîkê hatibû nîşandan. me derbarê de agahîyek dîtir jî peyda nekir paşê. di twîtta ku li jor hatiye parvekirin de jî vê carê wisa hatîye îdîakirin ku ewî klbek şandîye bo mmcyê lê ji ber ku tê de dayîkek davbigirî heye û ev yek wê gelê kurd lawaz nîşan bide, klîp nehatîye weşandin û wî jî falan fîlan biryaran standiye.

dîsa li jor di peyamekî din de behsa wê yekê tê kirin ku rotînda evîna beşerî rexne kiriye û pesna evîna bo serok daye fîlan... eger rast be, ev ji meseleya din jî hetîketîtir e. û dema min vê bihîst strana rotînda ya carna hat bîra min. wê stranê her tim bala min kişandiye ji ber ku tê de behsa evîna di navbera şervanan de tê kirin ku evînek platonîk an jî xef e û belkî homoseksûel e. (ji ber ku em ji gotinan fêhm dikin ku hezkirî mêr e.)



loma nabe ku rotînda rexneyek wisa kiribe, nexwe wê gelek komîk û absûrd be ji bo rotînda.

xuya ye dev ji nivîsandiye romana xwe jî berdaye. em çi bêjin, ji bo tirkan ser xêrê be. lê ger dewam bikira wê ji bo rocka kurdî baş bûya. albûma wî hê jî di pirtûkxaneya min de ye.



07.01.2020 22:44 ~22:44 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojhan beken

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî