Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin

stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin

830. Helbesta (bnr: piremêrd) an jî Süleymaniyeli Tevfik ya bi navê "Ke Dellên Emro" ku bi dengê xwe yê xweş (bnr: mella kerîm) ê ji Mahabadê distrîne.




Miqam û muzîkê vê stranê paşê ji alîyê Tirkan û Ereban ve wekî ku mal û milkê wan be hatîye pêşkêş kirin. Gelek stranbêjên Tirk ev stran wekî (bnr: ada sahillerinde bekliyorum) xwendine. Tişta herî balkêş jî hunermendê ji eslê xwe Kurd û êş kişandî (bnr: ahmet kaya) jî ev strana Mella Kerîm an jî helbesta Ke Dellên Emro ya Piremêrd bi Tirkî xwendîye. Dîyar e Ahmet Kayayî jî nezanîyê muzîka vê stranê û gotinên wê ji ku hatîne; lewma jî di bin vê stranê de hem muzîk hem jî gotin wekî anonîm dîyar kirîye. Halbukî ne anonîm e. Albûma Ahmet Kayaya bi navê "Hoşçakalın Gözüm" a 2001an derketîye de cih girtîye.




Gelek stranbêjên Ereban jî ev stran wekî ku malê wan be strandîne. Asalah Nasrî yek ji wan kesan e ku ya ev stran bi Erebî strandî û tê nasîn e. Strana Mella Kerîmê Mahabadî bo Erebî wisa hatîye wergerandin: Qadduk al-Mayas.




12.01.2020 02:51 ~12:19 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol