Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kêmasîya rexnegirên kurd

kêmasîya rexnegirên kurd

1. di hemû gel û neteweyan de huner hene û li gel vê jî rexnegirên hunerê û civakê hene. lê mixabin dema em li rewşa xwe ya îro dinêrin em dibînin ku rexnegirên kurd pir kêm in. helbet ev yek hinekê girêdayê bê statûbûn û bê dewletbûnê ye jî. lê cardin divê ev yek nebe sedema kêmasîya rexnegirîya kurdan. lewma kovarên rexneyî û teorîk ên wekî (bnr: wêje û rexne), (bnr: zarema) û (bnr: derwaze) ji bo vê yekê gelek girîngbûn. lê mixabin êdî ev kovar jî wekî berê ne karîger in. zarema êdî weşana matbû nake, wêje û rexne jî ev e demeke dirêj e weşanê nake. başe ku derwaze weşana xwe hê didomîne lê derwaze ji ber nivîsên soranî û îngilîzî li gorî min di nava derdoreyekî bisînor tê'te xwendin.
ev yek jî tê vê wateyê ku hewcedarîya me li kovareke an jî platformeke online ya rexneyê heye. xwezî kovarek derkeve û tenê li ser rexneyê bisekine; çawa nivîskar, şa'îr, wergêr, şanonivîs hwd. bi saya kovarên cûda cûda derdikevin pêşîya civakê, ev kovara rexneyî jî rexnegirên kurd derxîne û bibe wekî ekolekê.

îro ji bilî çend navan kesek nîne ku li ser pirtûkên kurdî yên derketî rabe rexneyeke zanistî, edebî bike.
îro ji bilî navekê kesek nîne ku li ser şanoyên kurdî yên hatin nivîsandin û lîstin de rexneyeke zanistî û dramaturgî bike.
îro kesek nîne ku li ser muzîka kurdî ya van deh salên dawî an jî yên vê dawîyê derketî rexneyeke zanistî û muzikî bike.
îro ji bilî çend navan kesek nîne ku li ser zimannasîya kurdî rexneyên zanistî û lenguîstî bike.
îro ji bilî navekê kesek nîne ku li ser hunera hevçerx (bnr: contemporary art) ya kurdan rexneyeke hunerî bike.
îro ji bilî navekê kesek nîne ku li ser sînemaya kurdî rexneyên zanistî û teknîkî bike.
îro ji bilî navekê kesek nîne ku li ser civak û sîyaseta kurdî rexneyên sosyolojîk û polîtîk bike.

çend rexnegirên kurd di qadên cûda de ev in, ev nav niha di bîra min de ne. ger di bîra we de jî hebe, binivîsînin, dibe ku min çend nav ji bîr kiribin:

rexneya edebîyat: (bnr: remezan alan), (bnr: hashem ahmadzade), (bnr: ibrahîm seydo aydogan)
rexneya şanoyê: (bnr: çetoyê zêdo)
rexneya muzîkê: kes nayê bîra min, lê kovara (bnr: ziryab)ê di vî warî de girîng e, pêşerojê de dikare bibe qadeke rexneyî ya muzîka kurdî.
rexneya zimannasîyê: (bnr: ergîn opengîn), (bnr: mihemed malmîsanij), (bnr: roşan lezgîn), (bnr: bahoz baran), (bnr: mikaîl bilbil) hwd.
rexneya hunera hevçerx: (bnr: şener ozmen), (bnr: engîn sustam) lê mixabin engîn rexneyên xwe bi tirkî û frensî dike.
rexneya sînemayê: (bnr: yilmaz ozdil)
rexneya civakî û polîtîk: (bnr: fuad onen), (bnr: cuma çîçek) û (bnr: mesut yegen) lê mixabin mesut jî rexneyên xwe bi tirkî dike.



20.01.2020 01:02 ~2020.01.21 07:51 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasîya rexnegirên kurd
» rexnegirên kurd
» kurdmaster.com

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî