Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


50 mijar û 89 peyam
girê miraza

girê miraza
[ (2), (0) û ecêb (0)]

1. yekemîn navenda peresînê ango yekemîn perestgeha ku tê zanîn e. li rihayê ye. di sala 1995an de bi xebata klaus schmidtê elman, derketîye holê. berî wî jî xeat li ser hatine kirin lê nehatîye fêhmkirin û nehatîye kifşkirin. cara ewil berî nêzikî 32 salan, xwedîyê axê di nav zevîyê xwe de peykerek dîtiye û ji mûzeyê re biriye lê guh nedane mêrik.

tê de kevirên gelekî mezin yên bi teşeya tîpa t'yê hene. ya herî giran nêzikî 40 ton e. dîroka navendê gelek kevin e. behsa nêzikî 12.000 salan tê kirin. ku bi vê temena xwe, ji pîramîdên misrê 7.500 sal, ji stonehengea îngîlîstanê 7.000 sal kevintir e. ji ber vê yekê keşfek gelek girîng e ji bo dîroka mirovatîyê.

li gorî nirxandinan, mirovên wê demê nêçîrvan-berhevker in. ev navend jî ji bo wan cihekî pîroz e. li ser kevirên tîk hatî danîn, wêneyên heywanan û sembolên cûrbecûr hene.

di eslê xwe de tenê ne yek navend e. li wê derdorê bi qasê 20 heb navendên wisa hatine tespîkirin lê hê piranîya wan nehatine derxistin.

di lêkolînên de fiçîyên bîrayê jî hatine dîtin. yanî heye ku mirovan ne ji bo nên lê ji bo bîrayê dest bi cotkarîyê kiribin. dîsa li gorî gotinan, mirov ne ji bo cotkarîyê lê ji bo ku nêzikî perestgehê bin, dev ji koçberîyê berdane. tabî ev vê gavê teorî ne lê namzet in ku gelek zanyarîyên di derbarê dîroka mirovatîyê de, biguherîne.

aniha bûhayê têketina navendê 36 ye.



2020.01.22-21:51 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
derewa herî mezin [1]
li tirkîyeyê derewa herî mezin wekhevîya tirk û kurdan e...
dewletbûn ya baştirîn e [1]
ji bo neteweyan rêya baştirîn e. heke netewe bê dewletbûn bikaribûna ...
biruya hayao miyazaki [1]
nivîskara ku tiştên pirr bi kûrr dinvîse , min hê fêhm nekir ev mîjar ...
vîrûsa koronayê [1]
Esselamu Aleykum Gelî tirşikvanan; Koronavîrus belayeke, bobelate...
xwedê [1]
xwedê = xwedî dê, xweda = xwe bi xwe da, ji xwe berî xwe çê bû, yezd...
belki ev jî bala te bikişînin
» giregir

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî