Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bavê'm

bavê'm

1. strana rewşan çeliker e.
stranek gelek xweş e. gotinên stranê jî aîdê wê bixwe ne ku cihê kêfxweşîyê ye. min digot teqez aîdê helbestvanek kevin an jî klasîk e lê belê na.

xweş nivîsîye, xweş gotiye û bi mûzîkekî guncan, baş li hev anîye. ev yekemîn stran e ku ji vê xanimê guhdar dikim. vêca ji min re bû ferz ku li stranên wê yên din jî guhdarkim.


"Dema bavê min hîn sax bû
Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû
Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in
Bê ax û qad û bê mal in

Ka metên me, pismamên me
Ka rez û dehl û darên me
Radimûsim herdû destên te
Qey tune bû sêv û gêlasên me

Bavê min got wer keçkoka min
Ez kalekî heftê û heşt sal im
Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal

Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar

Min got bavo qet neçûme welat
Nedîtime qet berfa sibat
Şevên dirêj, çîrokên civat
Nelîstim pêncok û xar û kaf

Ber derê xelqê weke xerîb
Bê dost û yar û bê hebîb
Rojek bê tirs û bê pirsan
Nebûm mêvana ap û xalan

Destê min girt, xist destên xwe
Got yê koçber , feqir û jar e
Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal

Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar"





23.01.2020 16:36 ~16:36 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bavê'm

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî