Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
îlana elîya

îlana elîya

1. îlana elîya, stranbêja ji Îsraîlê û eslê xwe Kurd e, di 24ê nîsanê de li Qudûsê (Jarusalem) ji dayîk bûye.

Malbata wê ji Kurdistana Başûrê ye, piştî demeke kurt ku îsraîl dewleta xwe ava dike tevî malbata xwe derbasî qudûsê dibin, îlana hê di zarokatîya xwe de di bin tesîra karekterê muzîkî û helbestî ya bavê xwe de maye. wê muzîka kurdî hê di emreke biçûk de guhdarî kirîye û û meyla xwe daye muzîka kurdî.
dema hê ciwan derfetê perwerdehîya muzîkê li rojhilatê qudûsê dikeve destê wê de, ji ber vê yekê jî malbat wê dişîne YMCA (young men's christian associations) yê, li wir aryayên xwe distre û perwerdehîya olî dibîne.
heman demê de ew bala xwe dide li ser muzîka olî ya cihûyan. paşê destpê xwendina xwe ya etnolojîyê dike û bala wê ya li ser eslê wê yê kurdî li gel wê zêdetir dibe û her lêkolînên xwe li ser vê yekê dike.

dema bavê wê sala 1988an de wefat dike eleqe û bala wê ya li ser muzîka kurdî xurttir dibe ku ev yek dike ku îlana di 37 salîya xwe de destpê karîyera xwe ya muzîkê bike.

stîla muzîka îlana elîyayê tevlîhevkirina muzîka etnîk, muzîka folklorîk a kurdî û muzîka cîhanê ya îsraîlîyan e. Îlana zêdetir muzîkên gelêrî û folklorîk yê Kurdan bi miqam û stîla xwe distrîne û bi çend stîlên muzîka îbranîyan şîrove li ser muzîka kurdî kirîye, ji ber vê yekê wê formeke taybet li muzîka kurdî zêde kirîye.

Sala 1992an de albûma wê ya bi navê "jabaliyo" û 1996an de jî bi navê xwe "Ilana Eliya" albûmeke din derxistîye.

Xwedî dengeke pirr zelal û xweşik e, li gorî min dîvaya kurdan e.











26.01.2020 22:45 ~22:51 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» îlana elîya

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî