24. Ger tirşik di nav kurdînivîs an jî ew kesên potansîyela wan heyî de bi rêya reklam, danasîn û karên popûler belav nebe dawîyê de çend nav wê bimînin vê derê û wekî tê gotin ew çend kes wê ji xwe re binivîsinin û bixwînin. 3- divê tirşik hesabeke youtube'ê veke, wekî hûn jî dizanin li ser youtube'ê weşana zindî tê'te kirin. her mehê nivîskarek ji mala xwe dikare saeteke dîyarkirî bibe mêvanê qenala youtube'ê ya tirşikê. li ser qenala youtube'ê jî nivîskar dikare kurt û kurmancî behsa mijarekê bike lê zêdetirî bi pirs û bersivan weşan rêve biçe, yanî bi awayekî înteraktîf. êdî dewr dewra teknolojîyê ye, yanî em bêjin keseke li amedê, li stenbolê, li şirnexê, li berlînê, li wanê, li stockholmê jî wê bikare weşana zindî ji mala xwe temaşe bike, pirsên xwe ji nivîskar bike. 4- tirşik dikare fanzîneke biçûk bi sponsorîya pirtûka kurdî derxe, çap bike. di vê fanzînê de hem entryên nivîskaran wê hebin hem jî danasîna tirşikê wê hebe. ev yek jî wê xelkê teşwiq bike ku bibe nivîskara/ê tirşikê û entryan binivîse. mirov dikare li ser bifikire. 5- her meh di hesabên medyaya civakî (twitter, facebook, instagram) de bijarteyên mehê divê were nivîsandin, yanî mehekê de nivîskaran kîjan mijar vekirîne, çi nivîsîne. entryên herî xweşik û balkêş wekî top 10 mirov dikare biweşîne, her meh bênavber. 6- ku ji van pênc pêşniyaran yek jî bibe ez bawer im popûlerbûn û zindîbûna tirşikê wê zêdetir bibe. baş baş. |
|
27.01.2020 21:36 ~21:43 |
lehî baranyan
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |