Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
peymana civakî

peymana civakî
[ (0), (0) û ecêb (0)]

2. Bêrîya j.j.rousseau, fîlozofê û rewşenbîrê îngilîz (bnr: thomas hobbes) di 1651'an de teorîya peymana civakî bi kitekitan ravekirîye. li gorî hobbes jiyana ferdan di rewşa xwezayî de li ser berjewendîyên takekesî hatîye avakirin, ferd ji mafên xwe û nîzama civakî mehrûm in. di rewşa xwezayî de ferd apolîtîk û asosyal bûn.

bi peymana civakî (bnr: the social contract) ferd hatin ba hevdu û ji çend mafên xwe ferexatkirin. wekî mînak, ferdek dev ji mafê xwe yê kuştina ferdê/a duyemîn ferexat dike ku bi şertê ferdê/a duyemîn jî dev ji mafê kuştina wî/wê ferexat bike.
bi vê yekê êdî civak ava dibin, piştî ku civak ava dibin êdî ew jî dike ku dewlet ava bibin. yanî em dikarin bêjin ku bi vê peymanê/contratê mirovan dev ji îradeye, otorîteyê û mafên xwe berdaye, ew îrade xwe bi rêya hiquqê û qanûnan teslîmî îradeyeke serdest kirine, yanî teslîmî dewletê kirine.
bi vê peymanê êdî mirov mafê şîdet û tundîyê xistîye destê dewletê de, ger kesek sûcekê bike êdî dê li gorî vê peymanê ne ji alîyê civakê ve, ji alîyê komîsyoneke ser civakê (dewlet) ve dê were cizakirin.

mirovan bi dildarî ji azadîya xwe ya xwezayî û berjewendîyên xwe yên rasyonel ferexatkirine. bi xebatên hobbes û rousseau rêya monarşîya makeqanûnî, demokrasîya lîberal û komarê (cimhûrîyet) hatîye vekirin.

ji bo ku zêdetir ev peyman were fêm kirin, hûn dikarin li vê vîdyoya îngîlizî temaşe bikin:












2020.02.03-20:16 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
xebatên ji bo danasîn û belavkirina tirşikê [2]
Kanala YouTube û twîtterê bila çalak be. Li ser wan sepanan bila entry...
heyberê pêdivî [1]
navê orîjînal: wacibu'l-wicûd heke ne şaş bim farabî heybe...
xebatên ji bo danasîn û belavkirina tirşikê [1]
zelal xan li ser înstagramê ji bo Kurdî çi ji destê wê bê dike. Nêzî 1...
mû qelaştin [1]
Biwêjeke li herema mêrdîn dihê bikar anîn. Ji kesên pir çiqûz re dihê ...
vîrûsa koronayê [1]
Vîrûsa ku bûye pêlîstok bo hemû hişmendiyan. Her hişmendiyek sedema ha...
belki ev jî bala te bikişînin
» peymana kevn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî