Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
midyad

midyad

1. Midyad (bi tirkî: Midyat, bi sûryanî, midyôyo-matiate-) navçekî û bajarekî biçûk li Bakûrê Kurdistanê ye. Midyad ser bi Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê (bnr: nisêbîn), li rojava (bnr: mehsertê)heye û li bakûrê wê (bnr: kercews) û (bnr: kerboran) hene. Midyad navenda herêma (bnr: torê) ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire. Ji Midyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran jî tê gotin.



Civak



Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî kurd dijîn, lê hejmarek biçûk suryanî û ereb jî dijîn. Li vî bajarî ji aliyekî ve dengê naqosên dêra, ji aliyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê Êstil e ku piraniya şêniyên wê Mehelmî ne, ya din jî Midyada kevin e ku piraniya şêniyên wê kurdên sunî û aramî–suryanîyên xirîstiyanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta beriya çend salan gelek gundên kurdên êzîdî jî hebûn, lê niştecihên wan gundan ji ber zilma dewleta tirk û cahşên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terk kirin û koçî Ewropa kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên xirîstiyanî jî Midyad û gundên derdorê terk kirin û wan jî koçî rojavayê Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem xirîstiyanî û kurdên êzidî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şêniyan di sala 1997'a de 61.378 kes li Midyadê dijiyan.



Dîroka Bajêr



Belgeyên nivîskî yên pêşî derbarê Midyadê de digihêjin sedsala 13'an B.Z. (Beriya Zayînê), evder herêmek e ku divê ji bo keyayên Asûrê were talankirin. Aşûrnasîpalê Duyemîn bi gewzî di 879'an de dibêje wî ev herêm xistiye bin desthilatdariya xwe. Midyad di serdema Hz. Omer de dikeve bin hikmê Îslamê de (640).

Ajalên herêma Midyadê



Li Midyadê wekî hemî deverên Kurdistan ê, xwedî hinek taybetmendiyên ajalên cude ne.



Li herêmê Ajalên kedî û yên berî bi du beşa ne



yên Kedî; Mê=Mîh/Mêşin, Bizin, Çêlek, Qantir, Mirîşk, Şamî, Mehîn, Kevok, Qaz,

Yen Kedî; Nêr= Beran, Nêrî, Ga, Qantir, Dîk, Elok, Hesp, Kevok, Ordek,





Pîşên Midyadê:



Li Midyadê cûrbecûr kar û pîşeyên herêmê yên bi nav û deng hene:



Zîvkerî

Cumik

Kevirbirîn

Kurtankerî

Hekîmtî

Hosteyî ya kevira

Hedadî

Terzîti



06.10.2013 14:09 | serxush

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» midyad

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî