Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rêbera rastnivîsînê

rêbera rastnivîsînê

17. bo derheqê rexneyan û girêdanên wan: rêbera rastnivîsînê/117084
Husein Muhammed bi nivîsa xwe ya dawî gotiye ku Rêber bi hîlekarî xwendevanan dixapîne ji ber ku ne berhemeke komxebatê ye, ew rasterast a mistefa aydogan e û ji bo kurdî talûke ye. Bi vê rewşa xwe xwedî pirsgirêka exlaqî ye. Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyaniyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasiyên bingehîn hene.

ji ber ku nivîs pir giring e, heman bi vir dikim:

“Rêbera Rastnivîsînê” (beşa dawiyê: serencam û pêşniyaz)Here lînkê


8) Navên giran – berhemeke wêran

Çend roj di ser belavkirina beşa pêştir ya rexnekirin û nirxandina Rêberê re borîn. Di dema belavkirina beşên pêştir de gelek kesên nas û hinekên berê ji min re nenas jî têkilî li ser mijarê li gel min daniye. Di nav wan de:

*hinek jê kesên wisan in ku kitêb li ser navê wan jî hatiye çapkirin
*yek jê nûnerê Weqfa Mezopotamyayê bû ku kitêb daye çapkirin
*hinek jê ew kes in ku bi xwe berê rexne li ser Rêberê nivîsîne
*hinek jî xwandevanên din yên rexneyên min yên heta hingê bûn.

Li jêr ez ê bi kurtî behsa gotinên wan bikim ji ber ku ew bi nêrîna min giring in û bi zelalî diyar dikin ku rexne û nerazîbûneke berfireh li ser Rêberê heye.

Li destpêkê divê were gotin ku ya min bi ti awayî ne yekem rexne ye ku li ser Rêberê hatiye nivîsîn. Gelek rexne berî niha jî li ser hatine nivîsîn. Haya min berê ji hinek ji wan hebû lê hinek jî wisan in ku min berê nexwandibûn.

Em dikarin giringtirîn rexneyên heta niha – yên ku haya me jê heye – wiha rêz bikin:

Halil Aktuğ: Nirxandina rêbereke rastnivîsînê, kovara Kanîzar, hj. 14, 2017
Ergin Öpengin: Pirsên Rênivîsa Kurmancî: pêdaçûnek rexneyî li ser rêbera rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan, kovara Derwaze, hj. 1.
Yaşar Eroglu: Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye? kovara Nûbiharê hj. 149

Gelek xwandevanan – û herwiha du kesên ku navê wan li ser Rêberê heye jî – anî bîra min û got ku Rêbera Rastnivîsînê li gel hebûna nêzîkî 20 navan li ser bergê pêşîn yê kitêbê, di pratîkê de ew heman kitêb e ku berê li ser navê Mistefa Aydogan hatiye belavkirin û ti guhertineke giring di mijara rastnivîsînê de nehatiye kirin.

Herdu kesên ku navê wan li ser kitêbê ye jî ji min re got ku daxwazên wan yên guherandinê nehatiye qebûlkirin. Herwiha Deham Ebdulfettah, ku yek ji endamên komê bûye, jî di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê yekê dike ku hazirî bo guhdarîkirina nêrînên din tine bû.2 Endamekî din yê komê, dilawer zeraq jî, di twîteke xwe de nîşanê bi heman pirsgirêkê dide.3

Di têkiliyeke telefonî de li gel nûnerekî Weqfa Mezopotamyayê min jê pirsî gelo çima wan ti guherandin di mijara rastnivîsînê de di Rêberê de nekirine tevî ku rexne hem ji derve û hem jî ji nava komê hatine. Wî bêyî dudilî itiraf kir ku wan nexwastiye ti guherandinan di mijara rastnivîsînê de bikin ”ji ber ku kêfa me pir ji rêbera heyî re hat”.

Yekser piştî vê gotinê ew pê de çû û bi şanazî got ku wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê êdî biryar daye ku kitêbên dersê yên kurmancî li gor rêbazên rastnivîsînê yên Rêberê biweşîne. Herwiha wî ji camêriya xwe ez ji xebatên din jî yên ku tên amadekirin yên Weqfa Mezopotamyayê haydar kirim. Bo nimûne, got ku ew niha amadekariyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurdî-kurdî dikin.

Bi min tiştekî gelekî ecêb e ku Rêber di rastiyê de ya kesekî ye lê navê nêzîkî bîst kesan li kitêbê hatiye kirin. Bi vî awayî hatiye xwastin ku otorîteyeke xurt bo kitêbê were peydakirin bi taybetî ji ber ku hinek navên di zimanê kurdî de giran jî li ser hene, bo nimûne:

deham ebdulfettahku çend berhemên hêja li ser rêzimana kurdî nivîsîne
zana farqînî ku ferhengeke kurdî-tirkî û yeke tirkî-kurdî yên mezin amade kirin
samî tan ku hem berhemên rêzimanî û dersdanê amade kirine û hem jî demeke dirêj sernivîseriya rojnameya Azadiya Welat kiriye
newzad hirorî ku demeke dirêj li ser zimannasiyê nivîsiye û niha serokê kitêbxaneya kurdî ya Stokholmê ye.

Herçi amadekarê kitêbê bi xwe ye anku mistefa aydogan, ew jî bêguman nivîskar û wergêrekî hêja ye. Lê tiştê ecêb ew e ku nayê zanîn ku berî vê berhemê wî zêde tiştek di warê zimannasiyê yan rêzimannasiyê de nivîsîbe.

Ji ber ku navê nêzîkî 20 kesan li ser kitêbê heye, gelek xwandevanan bi xeletî wisa fehm kiriye ku kitêb wek encama şêwirmendî û gotûbêjên berfireh di navbera wan kesan de hatiye amadekirin û wek encama yekdengiya wan hatiye belavkirin.

Mixabin ne wiha bûye.

Tiştê ecêb ew e ku van hemû kesan navê xwe daye daku kitêb li ser navê wan belav bibe tevî ku para wan tê de an qet tine bûye yan jî yekcar kêm bûye. Ji nivîsên li jor behskirî yên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe ku ew bi rastnivîsîna kitêbê nerazî bûne lê – bi gotinên wan bi xwe – nêrînên wan hatine paşguhkirin.

Bi min pirsgirêkeke exlaqî ye ku evqas kesan qebûl kiriye ku navê wan jî wek nivîserên kitêbê were danîn tevî ku di rastiyê de kitêb dubarekirina kitêba Mistefa Aydogan ya berê ye. Herwiha bi kêmanî xapandin an hîlekirina li xwandevanan e ku ji wan re tê diyarkirin ku hemû ev kesên navgiran li pişt amadekirina vê kitêbê ne tevî ku rastî ne wiha ye.

Nayê zanîn ka ew bîst kesên ku navê wan li ser pirtûkê ye heta çi dereceyê bi naveroka kitêbê re ne. Wek ku ji îşaretpêkirinên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe, ew ji hinek encamên kitêbê nerazî ne. Herwiha herdu kesên din yên ku navê wan li ser kitêbê ye û bi şexsî têkilî li gel min daniye, diyar kiriye ku ew di gelek mijarên nîqaşbar de ne alîgirên Rêberê ne, bi taybetî:

nivîsîna -iy- wek -îy-
çemandina lêkera ”hatin”
nivîsîna paşdaçekên ”de, re” wek ”da, ra”.


Mixabin li ser navê van kesan û ihtimalen navê hinek kesên din jî yên ne alîgirên rastnivîsîna Rêberê gelek guherandinên bingehîn di rastnivîsîna kurdî de tên ferzkirin û pêşxistin.

Gef û xeterî gelek mezin e çunkî ev bi navê nêzîkî bîst kesan tê kirin û çunkî – wek ku hatime agadarkirin – dezgeheke bihêz wek wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê dest pê kiriye kitêbên kurdî li gor van rêbazan amade dike û herwiha Weqfa Mezopotamyayê haziriyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurmancî-kurmancî li ser bingehê vê rastnivîsînê dike.

Anku talûke heye ku şaşiyên mezin yên Rêberê wiha bi berfirehî belav bibin û verastkirina wan êdî bibe karekî gelek dijwar.

Helbet di hemû kitêbên rastnivîsîn û rêzimanê yên din jî yên kurdî de kêmasî hene. Lê kêmasiyên kitêbên din bi piranî ji kêmderfetiyên nivîserên wan, ji ber giraniya li ser devoka xwe û haydarnebûna ji devokên din yan jî ji ber şaşfehmkirina hinek diyardeyên zimannasî hatiye kirin. Bi piranî yan qet ti caran armanca wan rêzimannivîsan ne bi qest guherandina zimanê heyî bûye.

Ti gumana min jê nîne ku Rêber jî bi armanceke baş hatiye nivîsîn. Lê amadekarê(n) wê ji rêzimannivîsên kitêbên pêştir gelek dijwartir bi qest hewl daye ku zimanê heyî yê nivîskî li gor nêrînên xwe biguherînin. Mixabin ev nêrînên wan nikarin xwe li ber awirdanên rexneyî yên zimannasî bigirin û teqrîben hemû ji encamên nêrînên hîperkorekt û şaşfehmkirinê ne.

Serencam û pêşniyaz

Wek serencam mirov dikare bibêje ku Rêber di mijarên nîqaşbar de ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir kêşe û arîşeyên dijwartir diafirîne. Bi kurtî:

Ferzkirina -îy- li cihê -iy-: Wek ku li pêştir hatiye diyarkirin, ev dibe sebebê gelek pirsgirêkên mezin.
Çemandina hîperkorekt: Bo nimûne ”mala Elîyî, li ser rêyê” li cihê ”mala Elî, li ser rê” yên tevahiya kurmancîaxivan.
Ferzkirina -êy- li cihê -iy-: Ev dibe sebebê ferzkirina formên neyî (tine) yan gelek marjînal yên wek ”dêya min, pêyê min” li cihê ”diya min, piyê” yên tevahiyê yan piraniya mutleq.
Çemandina lêkera ”hatin”: Dijî rastiya dîrokî û bi piraniya mutleq ya kurmancîaxivan, Rêber rehê -hê- li cihê rehê -ê- ferz dike.
Ferzkirina paşdaçekên ”da, ra”: Li cihê ”de, re” yên ku heta niha di piraniya mutleq ya nivîsên kurmancî de hatine bikaranîn û herwiha li gel paşdaçeka ”ve” hevaheng in û ji encama wekhevlêhatina dîrokî ya daçekan in ku me li pêştir bi dirêjahî behs kiriye.

Ev hemû pirsgirêk derketine ji ber ku armanca Rêberê bi zelalî ne nasandina zimanê nivîskî yê heyî lê afirandina zimanekî nivîskî yê nû yan jî bi kêmanî guherandina bingehîn ya zimanê nivîskî yê heyî bûye.

Wek ku ji rexneyên derveyî ”Komxebata Kurmancî” û ji nav wê komê bi xwe jî tên, ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.

Kurmancî bi alfabeya latînî ev demek e ku êdî xwedî zimanekî nivîskî yê standard e. Helbet hê hinek mijar nehatine çareserkirin. Ji xwe di her zimanî de hinek nakokî heta û heta jî dimînin. Lê kurmancî êdî ne di rewşeke wiha bêxwedî de ye ku hinek rabin guherînên bingehîn yên li gor kêfa dilê lê bikin û wan guherandinan bi navê ”rastnivîsîn”ê ferz jî bikin bêyî ku ti kes deng bike. Bi taybetî jî eger ev hewlên guherandinê nikaribin dijî nirxandinên rexneyî yên zimannasî li ber xwe bidin.

Li ser bingehê rexneyên ku heta niha camêrên din kirine û yên ku min jî li pêştir kirine, wek rica du pêşniyazan ji daner û weşînerên Rêberê dikim:

Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyaniyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasiyên bingehîn hene û nabe ew wek rêbername bo rastnivîsînê were bikaranîn.
Komeke şarezayan gazî bikin (mimkin e ku heman kesên koma berî niha bin jî) ku li ser amadekirina kitêbeke din ya rastnivîsînê dest bi xebatê bikin. Kitêba nû bila bi rastî jî aliyê çend kesan ve were nivîsîn (bo nimûne her kesek beşekê yan du-sê beşan binivîse). Piştî nivîsînê bila hemû kom li ser her beşê raweste û bi hev re bigihin encaman. Navê komeke kesan li ser berhemeke ji aliyê kesekî ve amadekirî nenivîsin û wisa belav nekin.


bi kurtasî wiha dibêje: ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.



10.02.2020 19:45 ~20:00 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêbera rastnivîsê ya tirşikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî