Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 36 peyam
kurdî

kurdî
[ (4), (0) û ecêb (0)]

71. di zimanê kurdî de (zaravayê soranî ne têde) problema herî mezin hevok e, belê ji bo min aniha mezintirin gelemşe hevok e.
her ziman xwedan sentakseke ciyawaz e. yanî îroj wek mînak tu bîst peyv hilbijêrî, heman bîst peyvan bidî sed zimanan û tu bêjî bi van bîst peyvan vê gotina bijartî binivîsin, wê bi her sed zimanan jî hevokên bi awayekî ji hev cudatir bên sazkirin. qesta min ji bîst peyvan ne ew e ku her kes van peyvan wergerîne zimanê xwe, na bi heman peyvan. çimkî hevoksazîya hemî zimanan -carinan zaravayÊn zimanekî jî- cuda ye.

îro ro di zimanê kurdî de pirsgirêka peyvan tune ye, di sedsela bîst û yekemîn de bi kurdî tu dikarî li ser hemî meseleyan biaxifî; gotar, maqale, kitêb binivîsî. yanî ji aliyê peyvan de kêmasîyekê tune ye. çimkî di dinyayê de hama bêje di hemî zimanan de peyvên bîyanî hene, wek mînak îroj zimanê îngîlîzî wek dewlemendtirîn zimanê dinyayê te pejirandin. derbarê vÊ mijarê de ji vir çend sal berê min maqaleyek xwendibû; dihat gotin ku di zimanê îngîlîzî de rêjeya peyvên bîyanî ango ji zimanên dî ketî di sedî heştê ye. û her roj bi qasî 11 peyv ji zimanên dî tên dikevin îngîlîzî. îroj hemî pisporên zimên dibêjin pîvanên dewlemendiyê ne bi tenê peyvên resen ên zimên e. yanî eger em bi gotineke dî meseleyê îzah bikin; dewlemendbûna zimên ne girêdayî peyvan in. bo vê yekê em dikarin du mînakan bidin. di dinyayê de herî zêde zimanê îngîlîzî ji derve peyv girtine, lê herî kêm jî zimanê aborjîniyan ji derve ve peyv girtine. eger krîtera zengînîye girtin an negirtina peyvan bûya diviyabû zengintîrîn zimanê dinyayê dê zimanê aborjîniyan bûya. lê zimanê aborjiniyan de (di zimanê aborjiyan de çend zaravayên cuda hene ew jî ne yekgirtî ne) bi qasî 600-2000 peyv hene. aniha gelo em dikarin bêjin aborjînî ji îngiliziyê pêşdetir e? bê guman na.

bi kurtasî em dikarin bêjin zengînbûna zimanekî pêbendî karanîna wî ye. yanî bi zimanê hanê; çend kitêb hatine nivîsin, çend kitêb hatine wergerandin, çend maqale û gotar hatine nivîsîn, çend maqale û gotar hatine wergerandin, zimanê çend dewletan e, çi qas însan pê diaxifin, zimanê çend bername, tv, radyoyê ne...hwd? yanî em bi rehetî dikarin bêjin ku zimanek bi çi qasî bê karanîn, xebitîn ew qasî dewlementir dibe.

niha ez dîsa vegerim li ser hevoka xwe ya ewil. di zimanê kurdî de ji ber hindek egerên heyî ku ji me gişan eyan û beyan e, nehatiye karanîn, hê jî nayê karanîn. zimanê kurdî îroj bi tenê di nava hindek malbatan de, di gund û navçeyan de tê karanîn û bi tenê di mûzîk û edebiyatê de tê karanîn. ji ber wê yekê zimanê kurdî ew kirasê teng ku ji not salan zêdetir e ku lê hatiye fesilandin nikare veqetîne û xwe ji sînorên teng rizgar bike. ji ber wê yekê ku hemî berhemên edebî û hunerî yên kurdî dişibin hevudu, tu dibêjî qey ji heman qalikê derketine, cotikên heman hêkê ne.

ji bo ku aso û sînorên zimanê kurdî vebe lazim e ku hefsarê xwe ji edebiyat û mûzîkê xelas bike û bibe zimanê tarîx, hiqûq, tib, mîmarî, sanayî, kîmya, fîzîk, cografya, bîyolojî...hwd
ji bela ku zimanê kurdî ketiye labîrentekê tim li dora xwe diçe û tê, ji rêya ku bihurîbû sed carên dî jî dibuhure.
gelemşe û arîşeya herî mezin jî ew e ku em kurd ji ber vê sînora teng nikarin ezberên xwe birûxînin. ez ji bo basîd be mînakek bidim. îroj em kurd dişibin zarokekî neh salî. îroj gava tu ji zarokekî neh salî re bêjî çîrokek bixwîne dê karibe bixwîne, şîrove bike lê tu wî zarokî re bêji ca here maqaleya darwînê bixwîne dê nikaribe bixwîne, ku karibe jî nikare tiştekî jê fêm bike. em îroj negêhiştine rehên esil ên zimanê xwe, em li ber zimanê xwe wek zarokekî neh salî ne. ji ber wê yekê nivîskarên kurd jî her dubare ne. ne sucê wan e, zimanê ku pê dinivîsin zimanekî jihalketî ye. ji ber wê ye ku hevokên wan basîd in, peyvên wan basîd in.
hindek nivîskar dixwazin vê sinorê parî parî bikin. ji bo vê em dikarin kawa nemirî mînak bidin.
kawa nemir dike ku sînorên xwe firehtir bike, heta radeyekê jî bi ser dikeve. em lê dinêrin çawa? camêr mesela bi qasî heft hezar helbest wergerandine, wergera kitêbên William Shakespeare û James Joycê dike. ev yek dike ku camêr bi zimanê xwe hevokên ciyawaz biceribîne. lê problemeke dî vê carê rû dide ''ez ji kawa nemir fêm nakim!''
belê hevalên ezîz em ji kawa nemirî fêm nakin. çima? çimkî hevokên camêr zirecêb in. lê ez dixwazim wisa tespît bikim; hevokên camêr zirecêb nîn in û wek gotina kawa nemir e 'kawa bixwe hîç peyvek jî çênekiriye', problem ev e ku hevokên ku ji ezberên me dûr in, ji me re zirecêb tên. ji ber ku tecrûbeya me ya xwendinê dibêje ku di zimanê kurdî de hevokên kurt gewre û rewa ne, hevokên dirêj çêkirî û mekanîk e.

min bixwe vê yekê tecrube kiriye. ez dema ji zimanê tirkî hevokeke dirêj î grîft werdigerînim, eger wergêr ne ez bûma min bixwe jê fêm nedikir.
hevokên kurdî kurt in, sed sal berê hevokên tirkî jî kurt bûn (tirkiya xelkê, ne yê serayê) sed sal li ser xebitîn, aniha tu bi tirkî dikarî hevokeka deh rûpelî binivîsî û jê fêm bikî.
ziman bi karaninê pêş ve diçe. em dikarin ji zarokan mînak bidin; dema zarok fêrî axaftinê dibin cara ewil bi peyvên deforme diaxifin, dûre fêrî peyvan dibin û heta çar pênç saliya xwe derdê xwe bi tenê bi çend peyvan tînin zimên. ev rewş ji bo mezinan jî wisa ye, ez nikarim li ser fîzîkê biaxifim lê dikarim li ser edebiyatê biaxifim, li ser fîzîkê ancaX karim bi du sê peyvan îzahat bikim. çikî nizanim. yanî divê em li xwe mikur bên; em kurdî nizanin! hê em negêheştina kûrahiya vî zimanî loma em nikarin hevokên xwe baştir saz bikin. mîlyonek jî peyv, bêje hebe, eger tu bi kar neyênî tu bi van mîlyon peyvan nikarî hevokên baştir, girîfttir û komplekstir saz bikî.

min heta aniha bi dehan romanên kurdî xwendine, di hemî romanên kurdî de problema analîza karakteran û tahîla psikolojîk heye. her kes eynî rexneyî dike. erê heye çimkî nivîskarên kurd nizanin analîza karekteran bi zimanê kurdî bikin. çimkî ev li derveyî ezberên wan e.
tekana çareserî ev e ku divê dewletek kurdî ava be û nifşek jê bi tenê bi vî zimanî mezin be û hemî xweNdinên xwe yên teknîk, zanîstî û edebî bi vî zimanî bike û hemî lîteratûrên heyama klasîk bi vî zimanî xitim bike.
heke na emê sed sal ji vir şûnde jî qala problema zimanê kurdî bikin; wek sed sal beriya niha



2020.02.12-14:37 [guhertin:2020.02.12 14:55]| ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî