Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 49 peyam
melayê bateyî

melayê bateyî
[ (0), (0) û ecêb (0)]

6. Melayê Bateyî eslê xwe ji gundê bi navê bateyê yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Navê wî rastî Husên e, lê di nav civat û edebiyata Kurdî de wekî Mela Bateyî tê naskirin. Mela Bateyî, yek ji nivîskarên klasîk ên Kurd e.

Melayê Batê, sala 1417an li gundê Batê ya ser bi Colemêrgê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Mistefa ye û ji malbatên koçer in. Di sala 1491`an de jî koça dawî kiriye.

Melayê Batê, piştî ku Qurana kerîm û pirtûkên din li gel axabeg mela Ehmed dixwîne, li medreseyeke bi navê Zeynel Beg ya Colemêrgê de cîh digire û li wir xwendina xwe xilas dike.Tê gotin ku demekî li medresa mîr hesenê velîde jî xwendina xwe dewam kiriye.

Mesnewiya ku herî zêde Mele Bateyî dide nasîn Mewlûda wî ye. Ev mewlûd di heman demê de di nava wêjeyên klasîk ên kurdî de yekemîn mewlûd e ku hatiye nivîsandin. Di dîwanxaneyan de û di mizgeftan de mewlûda, ku herî zêde hatiye xwendin e. Derveyî vê pir helbestên wî yen li ser xweza, evîn û heskirinê hene.

Mewlûda Melayê Bateyî yan Mewlûda Kurdî helbesta Melayê Batê ye, ku di hemî mihrîcanên rojbûna Mihemed Pêxember de tê xwandin. Ev helbest dîrokî û wêjeyî ye. Her neteweyek bi zimanê xwe Mewlûd gotiye û ev jî ya kurmancî ye.



2020.02.14-23:59 [guhertin:2020.02.15 00:01]| tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
taybetmendiyên karekterîstîk ên dîndaran [1]
ateîstan bawerî nabe , filîstin rûmeta me ye , îsraîl dijminê îslamê y...
stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin [1]
bazirganên kurdî ne. min îro du ji wan stranbêjan li barek dît ser hu...
tirsik.net [1]
Kurdînûs berê xwe dane Twitterê. Zû de ye li Twitterê de tune me. Niha...
dilbirîno [1]
Nivîskarekî difikirim wan rojan ji bo min dibêje “err ew qas jî nabe, ...
kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
Gunê min pê tê - günahım geliyor *...
belki ev jî bala te bikişînin
» melayên zîreetê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî