Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ersin korkut

ersin korkut

8. Camêr ne ku dest ji tirkî qeriyaye û vegeriyaye li ser zimanê diya xwe, bes bi tenê di şandeya xwe de sê çar peyv bi kurdî axifîye.
Ezê dîsa bêjim dînekî ji dera hanê ye, ji mirovên vî rengî bi qasî serê derziyekî jî xêr û bereket nagihîje ti kesî. Eger mesela axifîna çend peyvên kurdî be, hilbijêrên kurd ên akpyê ji partîzan, çepgir ên hdpyê zêdetir bi zimanê xwe diştexilîn. Li gorî lêkolînekê di nava kurdan de her ku xwendin, perwerde zêde dibe axaftina kurdî kêm dibe. Çend egerên wê hene bê guman lê ew ne dabaşa mijarê ye.
Ev hesta kolonyal ji mînakên bi vî rengî xwe dide der. Dawîya dawîn ev zilam pismamê yılmaz Erdogan e, yılmaz Erdoğan kî ye? Ew kes e gelek berhemên baş û serkeftî yên di warê edebiyat û sinamayê de bi zimanê tirkî afirandiye û afîrîneriya xwe ji kelepûr û jiyan û civata miletê xwe dermale kiriye.

Pirr baş tê bîra min ji vir heft heşt sal berê (yanî di pêvajoya aştiyê de yanî dema kurdî di rewacê de bû) gotibû ez nabêjim kurd bila fêrî tirkî nebin lê divê bi awayekî ji awayan problema kurdî û kurdan çareser be. Çimkî di dibistanê de ji ber arîşeya zimên kurd li paş dimînin. Ez naxwazim dirêj bikim lê di dema pêvajoyê de ditirsiya ku bêje divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Tehlîla wî ne li ser esasa heq û hiqûqa xwezayî ya kurdan de bû bêtir ew li ser perwerdeya tirkan yani bi gotineke fêmbartir ew xema entegrasyona kurdan ya li gel dewletê dixwar. Yanî ji ber ku kurd wek tirkan nizanibûn zimanê tirkî loma di dibistanan da li paş diman. Gelo bi rastî mafê kurdan ev e? Yanî wisa basîd? Yanî ev zimanê kurdî ne ku mafê rewa ye ku bête azadkirin? Yan ji ber entegrasyonê divê bê azadkirin?
Not ; ji telefonê dinivîsim dibe ku hindek şaşî hebin.

Wek encam dişêm bêjim ersin korkut ew kes e ku beşdarî bernameya acun a survivorê bûye. Yanî ew venegerîyaye zimanê xwe. Helbet di vê dinyê de her kes li pey nanê xwe ye, ez vê yekê rexne nakim. Em jî li pey nanê xwe ne. Lê tenê dixwazim bêjim serê wî mezin nekin.



16.02.2020 20:19 ~20:23 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ersin özbükey

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî