Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê

li amedê pirsgirêka zimanê dayikê

10. Min ji mijarê fêm nekir tirşikvana entrya ewil a ku entrya xwe jê biriye bi vê navlêkirinê qesta çi kiriye.

Li Amedê pirsgirêka zimanê dayikê, tespîteke nîvco Û xumamî û şêlû ye.
Li Kurdistanê zimanê mader ê xelkê kurdî ye û ji ber qedexe, înkar û qebûlnekirinê ya paradîgmaya fermî ya dewletê ya 97 salî pirsgirêkek heye li ser vî zar û zimanî. Ew pirsgirêk jî li parçeya Bakûr problema nêzîkî 20-25 mîlyon kurdan e, ne tenê ya bajarê Amedê ye.

Eger qesta nivîskêr neaxaftina zimanê dêûbavan kalûpîran be ne tenê problema Amedê, 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û hemî bajarok û navçeyên wê ne.
Ku li 20 bajarên Kurdistanê zimanê jiyanê mişt bi kurdiya gewre bûya lê bi tenê li Amedê kurdî ne yê jiyanê bûya wê gavê em dikaribûn nîqaşa vê yekê bikin.
Min hezar car gotiye û bila ev jî bibe hezar û yek. Amed li gorî bajarên dî yên Kurdistanê zêdetir kozmopolît e. Li navenda bajêr bi hezaran tirk hene, bi sed hezaran zaza hene û bi sed hezaran jî kurd hene. Amed metropolek e. Çênabe ku tevî hemî zilm û zordarîya dewletê zimanê bazarê bibe kurdî. Ev derî xwezayî ye. Colemêrg, Cizîr, Şirnex, Qoser, Nisêbîn...hwd bajarên piçûk in û xelk bi pirranî hevûdu nas dikin. Mîna Amedê xelk ji derve ve bi milyonan lê kom nebûne loma zimanê kurdî li gorî Amedê xweştir li wan bajaran xwe parastiye. Dîsa jî li wan bajaran jî axifîna kurdî her diçe kêmtir dibe. Çima nebe? Di Kurdistanê de partiya serkêş piştî ku dest bi tevgera xwe kir zimanê mader negirt navenda tevgera xwe, felsefeya xwe li ser pêşveçûn, geşbûn û belavbûna kurdî ava nekir, beravajiya vê yekê serok û serkêşên vê partiyê karanîna zimanê kurdî wek 'neteweperestîya hoveber' bi nav kir.
Aniha bifikirin ku li Kurdistanê bajarê herî mezin û polîtîk û welatparêz, zimanê wî hem ji alî dewletê ve tê qedexekirin hem jî alî Partîyê ve tê piştguhkirina û piçûkxistin û mehkûmkirin. Û ev rewş teqrîben sî salan didome; gelo pêkan e ku zimanê bazar û jiyanê yê vî bajarî Bibe kurdî?
Na!



17.02.2020 00:47 ~00:53 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka avêtina ji malperê ya tirşiknetê
» zimanê standart
» dayikên roboskîyê ji bo somayê giriyane

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî