Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 81 peyam
kuştina hevûdin

kuştina hevûdin
[ (2), (0) û ecêb (0)]

2. gundekî li rex gundê kalê min heye, navê wî bindan e. ji vir bîst-bîst û pênç sal berê du malbat li hev ketin, her du malbat jî pismamên hevudu bûn, çend kuştî, çend girtî... piştî vê karesatê du malbat koç kirin, ez koç dibêjim lê ya rastî teqrîben 5 km dûr çûn û gundekî piçûk ji xwe re ava kirin.
di gundê bindanê de ji vir teqrîben pênç yan şeş sal berê şivanek AJALÊN XWE diçêrandin. di vê kêliyê de apê şivên bi erebeya xwe ji bajêr tê, dibîne ku du çêlek ketine zeviyê wî û kayên ku ji hilçinandina sergeniman mayî dixwin. (binêrîn ne ku genimên hilneçinandî dixwin ha, ka dixwin ka) ji erebeya xwe pêya dibe û gule lê dirêşîne, di vê kêliyê de kurê şivên jî li cem bavê xwe ye, xwe dide ber guleyan û dibêje xalo qurban meke (eger ne şaş bim lawik heft salî bû) lê xalê şivên bala xwe nade û di vê kêliyê de kurê şivên î heft salî jî dikuje. yanî ji bo kayê (kîloya kayê wê demê lîrayek jî nebû) dibe kujerê birazî û kurê biraziyê xwe yê heft salî. du kes diçin gorê, ew jî diçe hepsxanê...

niha dema meriv difikire gelo ji bo du sê kîlo kayê çi ket destê te? ji bo du sê kîlo kayê jiyana malbatekê, xewn û xeyalên zarokekî, pêşeroja çend qîz û xortan serûbino kir.
ecêb e, ji vir 50-60 sal berê komandoyên tirkan dihatin gundê kurdan, mêrên wan tazî dikirin, kîrê wan didan destê jina wan û li orte nava gundî digerandin. kesî ji tirsa xwe nediwêrî bigota kirt! lÊ ew ên gundî dema pev biçin hevudu, dikarin ji bo mirîşkekê qira malbatekê bînin.
gelek sedemên wê yên sosyolojîk û tarîxî hene helbet lÊ bila kes êdî li qisûrê nenêre, hîn di destê zarokên şeş salî de jî telefon hene, îroj ro bi rêya înternetê tu dikarî her tiştekî bi dest bixî. dikarî telefonî gîneyê jî bikî, bi rêya sanalê dikarî li kolanên tokyoyê jî bigerî û dikarî hemî cure pirtûk bixwînî, fîlm û rêzefîlman temaşe bikî.
bi ya min di vê serdemê de korfêmman, nezanman, bêferaset û şiûrman wesf û merîfeteke mezin e.(!)



2020.02.20-13:34 [guhertin:2020.02.20 13:42]| ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
mamosteyê cografyayê ku dibêje dinya pehn e [1]
dewarê sêrtê ye...
mamosteyê cografyayê ku dibêje dinya pehn e [1]
Yaw çi bêrêz û bê hurmet hene '' dewarê Sêrtê ye " Xwezî min kor...
çomez [1]
Çomez dema ku tomar dibin.Wek navê wan li ser , nizanin wê çawa mijara...
kurdî [1]
Mirov dema ku zimanê Kurdî nas dike û dikeve tora wê , zêdetirîn jê he...
kurdî [1]
Kurdî çava pere nake? Min hêrs nekin. Kesên ku daweta distrên pere nas...
belki ev jî bala te bikişînin
» kuştina du gerîllayên dîlketî ji aliyê leşkerên tirk ve

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî