Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xewna şeveke havînê

xewna şeveke havînê

1. leystika romantîk komedî ya william shakespeare e ku kawa nemir wergerandye kurdî. Leystik di sala 1600 de hatye weşandin û çîrok li yewnana kevnar derbas dibe. Navê orijînal ê leystikê a midsummer night's dream e û li ser çend film jî hatne çêkirin.

pêşya çend rojan şanoya bajêr a amed tûrneyek li darxist û vê leystikê li çend bajarên tirkîye ên mezin pêşkêşî temaşevanan kir. di 20ê sivatê de ez jî çûm şîşlî da temaşe bikim. sehne heta devî mişt bû, baldarîyek mezin ji şanoya kurdî re hebû. binêrin ne ji şano re, ji şanoya kurdî re. Hat dîtin ku kurdên stembol bêrîya karek hunerî bi kurdî kirne.

ji civakek pileya entelektûelîya wê nizm be gelo mirov dikare di hêla hunerî de karek baş jê hêvî bike? netewek zimanê xwe kêm biaxive normale mirov heyrî bimêne ku hunermendên wê netewê jî bi zimanê xwe kêm diaxivin? gelo huner awêneya gel e, an ronahîya wê ye?

di leystikê de mirov dikare di hêla performansa leystikvanî, diyalog û komedîya wê gelek tiştan bêje. Leystik ne komîk bû, esprî û diyalogên jîrekî kêm bûn. derhêner ferhad feqî çima pêwîstî pê dîtye ku di nav şanoyek kurdî de tirkî bikarbîne? çima xwestye ku bêje kurd qet xwe ji tirkî xilas nakin?

derhêner li gelek sehneyan hewl daye bi karîkaturîzekirina libatên tundî (wek dehfdan, avêtina telikê, lêdana jinan li zelaman, şeqam ûhwd.) Temaşevanan bikenîne lê di vir de komedî nîne klîşe ye. Jixwe kes nekenî. Derhêner di gelek sehneyan de hewl daye bi tirkîyek argo w banal temaşevanan ber bi tevzê xwe anîna bi zimanek dî ve bibe lê ji vê jî encamek ne girt.

Divê şanoger nebêjin ev şanoya kurdî ye jixwe em çi pêşkêş bikin dê wek sempatîzanan temaşevan hebin. Heger wisan bifikirin wê nekarin karek serkeftî bikin. Divê her kî çi karî bike hewl bide berhemek baş biafirîne ku hêjayî dîtinê, xwendinê be.

Pirsek dî gelo em hatine şano an dawetê? Yanî emê nekarin çalakîyek hunerî bibînin ku bê govend? Em kurd ev in? Tenê an şîn dikin an direqisin. Bi îhtîmalek xurt leystikvan bi xwe jî lewazîya leystikê hîs dike û dibêje heger we leystika me ne ecibandibe nexwe em govendek girêbidin.

heger kesên tên şanoya kurdî bi tirkî biaxivin, heger kesên bi kurdî û "dozên kurdan" têkildar jiyana rojane de tirkî biaxivin helbet şanoger jî dê bi bistehî (wêrekî) şanoya kurdî bi zimanê mêtîngehkaran biherimînin. Li welatê me huner ne li pêşya gele. tenê awêneya gele û tevî ku xwe berpirsiyar dibîne rêyek nîşa gel bike hêj negihiştye wê astê da mîsyona xwe pêkbêne.



24.02.2020 02:05 ~02:11 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewna zilamekî ecêb
» şeveke îstismar
» havînê li ser xanî temaşekirina stêrkan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî