1. Bi kurdî “pirpar”
Bi latînî “ortulaca oleracea,”
Bi îngîlizî "purslane"
Bi tirkî “semizotu”
Di kurdî de gelek navên pirparê hene: Pirpar, parpar, pirparik, pirpirim, pelpîne, pîrqelaçik, pêrpîn …
Belgên pirparê bi goşt û av in. Kulîlkên zer û hûrik vedide. Rengê kulîlkan carinan mor û sor jî dibe.
Alem: rehekî (plantae)
Malbat: tov bi kîsikî (portulacaceae)
Beş: cotçenekî (eudicots)
Cins: pirpar (portulaca)
Çandina pirparê li her deverê pêkane ye. Di axê de bi hêsanî li hev zêde dibe ye. Rehekeka bejn nizm e, bi axê re yeksan e; dema xwarinê divê ji axê baş were paqişkirin.
Jê gelek cureyên xurekan (xwarin) tê çêkirin, lê divê pir nepije, wek selate, bi şiklê ter xwarina wê baştir e. Ku zede bipije feyda wê kêm dibe. Bi mast ve cacixa wê pir bi lezet û kêrhatî ye. Bi awayê terî xwarina wê ji patine kêrhatîtir e.
Kêrhatinên Pirparê
Pirpar, kana rûnê omega 3, hesin, mîs, manganez û vîtamînên E, C û D, xoyên madenî ye. Ji saxlemiya bedene re pir kêrhatî ye.
Xwînê temîz dike.
Westa mêjî hildide.
Derdayîna kevir û qûma di gurçikan de hêsan dike.
Ji giraniya bedenê kîlo kêmkirinê re kêrhatî ye.
Di aşik û roviyan de hezma xwerekan hêsan dike.
Ji bo dil kêrhatî ye.
Bedenê ji mîkroban diparêze, antîoksîdan e.
Ji kulen aşikê (ulserê) re kêrhatî ye.
Li astimê û alerjiyan baş tê.
Ji Pirparê Xwerekek
1 kg pirpar
Niv pîyale rûnê zeytûnê
2 lib tematêz
2 serî pîvaz
Nîv piyaleya avê birinc
Kitek şekir
Amade kirin
Pîvazên hûrkirî di rûnê zeytûnê de hinekî dax bikin, tametêzan pê re hinekî bipêjin, pirpara hûrkirî lê zêdebikin. Birincê di avê de nerm kirî lê zede bikin û bi agirê negur wek 15-20 xulekan bipêjin. Bi mast ve xwarina wê baştir e.
Nîşe:
Ev agahiyên derheqa rehekên şifadar de nivîsî; piraniya wan tiştên me bihîstine û ji pirtûk û malperan girtî ne ye.
Di sedsalên derbazbûyî de li Mezopotamya, Misir û gelek deverên din wek rehekên şifadar bikaranîne. Dibe ku alîkariya şifayê bikin jî lê di vî zemanî de bijîjkî û zanist pir pêşketiye; ya herî baş serlêdana nexaşxane û bijîjka ye.
Kan:
Wîkîpedîa Kurdî https://ku.wikipedia.org/wiki/Beybûn
Malpera Zimanê Kurdî https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/516284821762198/?notif_t=group_comment
Simpson, M.G. Plant Systematics. Elsevier Academic Pres. California, 2006
http://global.britannica.com/EBchecked/topic/149989/daisy
http://www.botanykingdom.com/
http://www.umm.edu/altmed/articles/german-chamomile-000232.htm
http://freapp.com/search/?q=Classification+Plant&infospace=2
http://www.turkcebilgi.com/arastir?q=plant+systematics&ara=ara
http://www.google.com.tr/#hl=tr&sclient=psy-ab&q=şifalı+bitkiler+ansiklopedisi&oq=şifalı+bitkiler&gs_l=hp.1.1.0l4.0.0.3.487.0.0.0.0.0.0.0.0..0.0...0.0...1c..12.psy-ab.JCS2IjR49TY&pbx=1&bav=on.2,or.r_qf.&bvm=bv.46340616,d.ZWU&fp=615818dd8e23599c&biw=1066&bih=526
têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin
|