4. fikrek xweş e. lê ne fîlmek ewqas xweş e. eger em li gorî mantiqê, lê binêrin: - Têra xwe ravekirin nehatine kirin ka ev tren enerjîyê ji ku peyda dike, ewqas heywan çawa dikarin di trenê de werin xwedîkirin (çimkî ji bo wan jî xwarina bêsînor lazim e). li gorî fîlmê ez ne şaş biê 18 sal ji ser bobelatê derbas bûye û evqas sal in, evqas mirov di trenê de dixwin û vedixwin û lê tren jî hîç nasekine. zêde ne mantiqî be jî, divîyabû behsa çareserîyekê bikirana. - Fîlmê xwestîye bi rîya cûdahîya navbera polan, rexneya kapîtalîzmê bike. lê bingeha fîlmê tije nekiriye. fikir ev e: tevahîya mirovatîyê di trenekê de asê dimîne û duzena dinyayê ji nû ve, dîsa eyn weke berê tê avakirin. belê lê çawa? di dinyaya rastîn de gelê feqîr nanoziko dixebite û dewlemen ji pişta wan, ji xwe re keyfê dikin. belê. lê belê di fîlmê de kar heye ne xebat. ew pola/vagona feqîran, çima di trenê de ne, bersiva vê tune. eger ji bo keyf û pêdivîyên vagonên pêş bixebitiyan, temam. lê tiştek wisa jî tune. ya rast di trenê de tu kes naxebite. tren jixwe hemû pêdîvîyan bi awayeke otomatîk peyda dike. ê di rewşek wisa de, rewş wisa xuya dike: hejmarek mirov bi awayeke çawalêhato, di trenekê de bi cî bûne. ew ê ku di vagonên pêş de ne, tenê ji bo keyfa xwe, zilmê li yên paş dikin. dema wisa be, min nekarî wateyek bidim bûyeran. jixwe fîlm yekser bi serhildanê destpê dike. tu dînamîkên serhildanê berî wê nayên ravekirin. dîsa fîlmê xwestîye vê peyamê jî bide: kapîtalîzm an jî sîstema heyî, dema bikeve tengasîyê, dikare zarokan jî bi kar bîne. yanî meseleya zarokên karker. lê dîsa ev mesele jî bi rîyeke gelek absûrd di fîlmê de hatîye bicîkirin. belê tiştên ku fîlm dixwaze bêje, gelek in û mafdar in jî. lê şûna ku peyamên xwe ji nişka ve di mejîyê me de peyda bike, hema yekcar li rûyê me dide. li ber guhê me diqîre. meseleya dawîn: li gorî min lîstikvanî jî ne serkeftî nû. bi taybetî serleheng. bêyî rih û bêyî îfade. bawer nakim ku ev yek armanca dîyarkirî ya derhêner be. welhasil, fîlm eger bi hurgilîyan û karakteran bihata xemilandin û binê bûyeran jî bihata dagirkirin (bi ya min bibûya rêzefîlmek) wê gelek serkeftîtir bûya û dikarîya di dîroka sînemeyê de ji xwe re quncekî veqetîne. lê halê xwe yê heyî fîlmek ji fîlmên şevên înîyê ye. temaşe bikin lê ne bi hêvîyên mezin. |
|
31.03.2020 18:41 ~18:41 |
simurg56
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |