Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

11. mijarek hêjayî nîqaşê ye. lê yên ku bikarin li ser van mijarane analîzên biqîmet bikin zimanzanên wek noam chomsky ne. helbet em jî dikarin bi zanînên xwey hejar biaxivin. tirşikvanek gotye ne tirkî kêmî kurdî, ne kurdî kêmî tirkî ye * bi vî mantiqî em di nav beramberîyek bêdawî de ne. Helbet her zimanek ji yê dî cudatir e, û li gor hin taybetmendîyan ji yeke dî çêtire, fonksîyon zêdetir e, melodîktir e, poetîktir e, şîrîntir e, hişktir e, nermtir e, dewlemendtir e, feqîrtir e; bo wêjeyê, felsefê, zanistê guncawtir e... yanî li gor mijar û taybetmendîyan em dikarin bêjin kîjan xweştir e.

dilreş destnîşanî xalek muhîm kirye: werger. rastî jî di wergerînê de kurdî û tirkî qet li hev nayên, kurdî dema li tirkî tê wergerandin tu tama nivîs an helbestê namîne. ingilîzîya min ne "advanced" e lê qasî dizanim û min li gor zanîna xwe helbest ji ingilîzî wergerandî ye kurdî, min dît wergerek xweş û watedar derket. herwiha wergerên kawa nemir xweş in. lê wergerên cemal sureya jî xweş in. * ji ber ku tirkî "zimanek çêkirî" ye û tirkî ne ji malbata zimanê me ye kurdî û tirkî li hev nayên. Dibe ku sebebên din jî hebin, an jî ev kêmasîyek tirkî be.

ferhenga şikestî ji hêlekê ve ferman daye ku kes nikare bêje tu ji ziman ji yeke dî çêtire an kêmtire, ji hêla dî ve destnîşan dike halîhazir tirkî sed caran baştir e ji kurdî. kajav jî şarbûye sifirek lê zêde kirye :d paşê ji dilreşê devliken re dibêjin masturbasyon neke. qet nebe dilreş "masturbasyona bi evîn" dike. bertekên wiha hişk çiye ji kesên xwidan îdîayek nîqaşbar?

Herin helbestek elî herîrî bixwênin ku sedsala 12emîn de bi kurdîyek pak nivîsye û ger hebe helbestek tirkî a wê serdemê bi tirkî ya xwerrû bixwînin paşê bidin ber hev. Hûnê bibînin tirkî çi zimanek hişk û sar, çolistanî, xas û tisî ye. tirkîya êlên tirk ticar nagihe toza kurdî. Ango di şertên wekhev de, yanî em bêjin berîya sedsalan de kurdî çêtir, dewlemendtir û kêrhatîtir bû ji tirkî. di warê fonetîka ziman de û guncawbûna ji bo muzîkê kurdî îro jî ji tirkî çêtir e. tirkî ji ber ku zimanek çêkirî ye û reyên wê hatiye qut kirin ne zimanek xurt e. Heger ne hatiban qut kirin jixwe nedibû tirkî. Ez nûjenkirin û jinûve çêkirina tirkî ji bo tirkan erênî dibînim. Zanayên tirk diçin nivîsên xwe yên akademîk, zanistî bi ingilîzî, almanî, fransî dinivîsin. têkilîya ziman û felsefê pir xurt e, heger heta îro fîlozofek ji nav tirkan derneketibe yek ji sedemên herî girîng bingeh û avahîya ziman e. tirkî ne zimanê felsefê ye. rastî dema wergerên felsefê dixwînim carcaran zehmetî dikêşim. berî ku kesek mohra fehmkorî deyne ser min divê bêjim komek me ya xwendina felsefê hebû, hevalên tirk jî ku wan fransî, ingilîzî dizanîn wergeran tisî û kêm didîtin û li gelek cihan şaşîyên mantiqî û xeletîyên wergerê nîşan dikirin.

Helbet kêmasîyên tirkî qîmetê kurdî zêde nake. Gelek kêmasîyên kurdî jî hene. daçek û pêvek zehfin, ev jî tesîra wêjeyî hindik dike. bêyî bikaranîna daçekan bi hevvekirina hevokan zehmet e, carna ne pêkan e, paragrafên dirêj û komleks kotekî tên sazkirin. Kurdî ji bo xebatên akademîk û zanistî têra xwe ne guncaw e, jixwe ferhengek a felsefê nîne. gelek têgihên nûjen hene divê bên kurdîze kirin. Zimanek ferhenga felsefê nebe, di wî zimanî de xebatên felsefîk nehatibe kirin ew ziman kêm e.

hejmara peyvan ne girînge. di serdema me de kesên herî zêde bikarbînin dora 10000 peyv bi aktîf kartînin. a girîng ew e ziman ji bo îfade kirina hest û ramanan kêrhatî be. herdû ziman jî carna behna mirov teng dikin. Bi gelemperî em herdû zimanan muqayese bikin, tirkî du gav li pêş xuya dike lê wek min li jor got di şertên wekhev de kurdî çêtir e.



02.04.2020 00:01 ~00:32 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkî fikirîn û kurdî gotin
» gorî
» pirrjimar
» kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî