Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurd û biskilêt

kurd û biskilêt

7. bav û ap û xal û pîr... di malbatê de hemû mêr dijminên bisîklêtan bûn. me fêm kir, tu xêra bavê me bo bisîklêtê tune ye. (kekên min dixebitîn. di wî emrî de yekî sol boyax dikirin, yê mezin, hema 13 salî bû, ber destê hosteyên sanayiyê bû) me sê bira perên xwe hev dan û ji kevnefiroşî ji xwe re yekî pînokyo kirî. em bûn aşiqê wê. hîn li ber çavê min e. lê xeber û galgalan xelas nebûn. kaşek di dawiya kuçeya me de hebû. asoxî yê mezin qeze kir, dîreksiyona pînokyoyê şikest. me qal nekir, bi dizîka em rabûn û çûn dan tamîrkirinê. çawa me tamîr kir, ji apanan yekî rabûye û gotiye, qeze kiriye wd. em çawa ditirsin... nepxêr, hema digotin hûn ê pî û nigên xwe bişkênînin. ji xêncî vê peyvê tu gû nizanîbûn. wan xêr ji zaroktiya xwe nedîtiye, wekî ku me dihesidin, carê çiqas îhtimalên nebaş û nexêr hebin, bang dikirin. di taliyê de hewesa me qasî du hefte û nîv aş bû. lê roja dawî de dîsa qezeyek... îcar mezinê biçûk. bi bêdengî, bi veşartî... tu tişt nehat serê wî. lê îcar bavê min rabû, bi xwe bisîklêt şikênand û avêt. gotina wî wiha bû: ne hûn û ne bisîklêta we. şansek neda zarên xwe. negot, law ev biçûk in, dixebitin, heta sûkê dimeşin -ku saetek dûr bû- bila bisîklêta wan hebe... di nav mala me û sûkê de meheleyên qereçiyan hebû, hema pevçûn û şer kêm nedibûn. serxweş û serseriyên wê derê navdar bûn. erê, birayên min tercal û heta serserî bûn jî lê belê çiqas wiha be jî tifalên xwedê bûn. law nedigot wê tiştek nebaş bên serê van tifalan, bila bisîklêtên wan hebe da ku bila xwe zûka ji wê mehelê xelas bikin. bisîklêta ku wan tifalan bi perên xwe kirrîbû, şikênand û avêt ber derî. ax bavko.



18.05.2020 12:13 ~12:26 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurd jî weke tirkan ji asya navîn hatine

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî