Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
yeni şafak

yeni şafak

4. rojnameya ku min bi saya wê salek sax burs standibû ji weqfa hayatê. dema ji bo zanîngehê çûbûm stenbolê, min ji bo bursê, serî li gelek deran da. yek ji wan jî ev weqf bû. digotin nêzikî akpê ye. me wisa bihîstibû. piştî serlêdanê pêvajoya mûlaqatê hebû. roja mûlaqatê, ez li mala hevalekî, li uskudarê mabûm. sibeh rabûm da ku herim cihê mûlaqatê. berî ku li vapurê siwar bibim, min rojnameya yeni şafakê kirî. di wê niv saeta rêwîtîya vapurê de, hemû nivîsên nivîskarên rojnameyê xwendin û di zihnê xwe de wan kategorîze kirin.
dema ketim mûlaqatê, ji min pirsîn bê ka rojname dixwînim an na û kîjanê dixwînim. min jî got yeni şafaqê dixwînim. got tu ji kîjan qunciknivîsan hez dikî, min tehlîla nivîsên koray duzgoren, ahmet taşgetiren, kurşat bumin û çend kesên din kiribû. binêr, navên wan hê jî di bîra min de mane. çimkî, min min wek ku dersek be, xwendibû. jixwe ev nivîskar hema bêje hemû, paşê ji rojnameyê veqetîyan an jî hatin avêtin.
min behsa nivîsa wan ya wê rojê nekiribû. heç wekî min her roj wan xwendibe, min behsa şêwe û zimanê wan kir. qey wan jî bawer kirin, burs ji min re derket.
min salek sax her meh bursa xwe girt û qet tevlî xebat û civînên wan nebûm. jixwe teqez ji zanîngehê jî îstîxbarata min girtine.
loma sala duyem, bi hinceta ku li efxanîstanê nexweşxaneyek ava dikin, bursa min birrîn. lê di rastîyê de bursa hevalên min yên din, zêde jî kirin.
dîsa jî baş bû. qet ne poşman im *



21.06.2020 13:30 ~13:31 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yeni turku

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî