Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
kurdên femînîst

kurdên femînîst

30. nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048
yên jêr ji bo hemû dijberên femînîzmê ne, ne tenê bo kesekî qûnbigû ye. loma min bi îdîayên bi-pênç-qirûş-nakin mijûl nekin jkx. mersî.

jin li welêt mîna heywanan bên firotin, hemû çand û gotinên pêşiyan li dijî hebûna keçan/jinan verşin, li bin destê bav û bira û zilamê xwe mîna xulaman bên dîtin, kur û bira ji wan çêtir bên dîtin, zewacên berdêl û kuştina bo namûs mîna baran li ser welêt bibare û femînîzm beredayî be û îdeolojiyeke têkçûyî be. peyva "zimanê kurdî tune ye" çiqas îdîayeke rast be, "femînîzm têk çûye" jî hewqas rast e. bawer nakim ku kerên me yên bêhişên efsanewî rabûne û derheqê femînîzmê kitêbek xwendiye. wekî her tiştên jiyana me ya normal, di vê meselê de jî tirkan copy-paste dikin. ji ber ku tembelên hanê ne, doxînsist in, an jî yekser bêhiş û kêmaqil in. an jî neletên xwedê ne. belê.

niha ew ê tirşikvanên pir zana û esilewropa rabin û bibêjin wele li welatê me jin jî mîna mêran e. û ez ê bi hemû terbiye û ehlaqê xwe bibêjim, de here ji wir kundir layê kundiro.

jin li bajaran/cihên medenî mîna însanan tê dîtin û mîna mêran xwedî heq in. lê ka bajar li welêt li kû ye? amed? wan? mêrdîn? li kû derê? li navendên wan navbajaran? ne ku biçûk dixim, tiştên rast rast e. ji ber sebebên bindestiyê, seranserê welatê me bûye gundeke mezin. ev minaqeşeyeke din e. lê heq û bajarî du tiştên girêdayî hev in.

li aliyê din, meseleya kinc hene.

doxînsistên me mîna kerên me gelek navdar in. doxînsistî û sîstema bavûkalan jî bav û kurê hev in. her wiha. wê ew doxînsistên me rabin û rûnin qala dekolte û degajeyê bikin. (jkx ferqa wan bikin malê tirşikê). na wê pêsîra xwe vekiriya, wê jî qûna xwe belot kiriye û a din qûzê xwe bêperde hiştiye. hey neletlêhato, xezeba cehinima hetahetayê serbariyayo, qasî wan tu rojekî qala bedenên mêran nekiriye. bulge rastiya miletê kurd e û yekser taybetiya mêrên kurd e. kîr lê bûne kona koçeran li kolanan dimeşin, diherin û tên di nav civakan kîr û gunê xwe dixurin an jî kîrê xwe diavêjin li aliyekî an jî gunê xwe ji kîlota nav qûna xwe xelas dikin. bêeyb û bêşerm ev tiştekî pir berbelav e. erê ez gey im, û tiştên mêranî zûka bala min dikişîne û yên straight ya nabînin ku bawerr nakim nabînin, lê sedî sed paşguh dikin, nakin xem, ya jî edebiya bavûkalên xwe tenê ji bo jinan dikin şert. namûs tenê di pozên jinan de ye bo wan. hey rûvî ji qûnan avêtoo.

li aliyê din rexneyeke lazim e yan jî bi hedê xwe hişyariyeke pêdivî ye: wekî hemû -izman femînîzm jî, di gelek cihan de yekser bo redkirina kurdî tê xebitandin. çima? 1. kurd ligel kemalîzmê li ser dînê xwe mane û bi ya wan kesan dîn û kurdbn wek hev in (kemalîst yekser wiha difikirin û ji xwe dema hûn bi kemalîstek sohbet bikin ew ê bibêje ku akp bi saya kurdan desthilatdar e) 2. kurd paşmayî ne û cihê jin li nav paşmayiyan tune ye. (lê qala paşdemayînê nakin, sebebên paşmayînê, feqîriyê nakin) û belkî çend sebebên din... ji ber wê jî jinên kurd divê xwe ji van fikran biparêze an na wê dejenere bibe.

û em werin yekser ser kincan.

niha li tirkiyeyê îslam çawa li ser xavik û şelpeyên jinan tên kodandin, femînîzm jî li ser ser dekolteyê tê dîtin. lê ne îslam tenê şelpe ye, ne jî femînîzm tenê dekolte ye ku femînîzm di heman carê de him dawa heqê sergirtinê û him jî serqotiyê dike. ji ber ku her du jî girêdayî jinan e û her du jî girêdayî biryarên jinan e. her wiha jin him dikare kincên bi dekolte û degaje li xwe ke an jî dikare serê xwe bigire. û an jî cureyeke din. ma tu çi gû ye û nêrîn û biryara xwe deklare dike? wê qîzên te jî serî li te rakin. hay ji xwe hebe, dilkotîyo! (yan na, wê qîzên te li ber destên mêrên xwe, bibin xulam û ji sibê heta êvarê bi talûkeya lêxistin û heqeretan bibin an jî ew ên ji aliyê mêrên xwe ve bên kuştin. bi rastî jî ma tu dibêjî ev tişt îstîsna ne? ne wiha ye lê ya ew îstîsna rabe li ser qirikên qîzên te rûne? ma tu nafikirî hey nelet ji qûn avêto?)

mesele li vir sembol e. lê yên ker nikarin ji xêncî sembolan tu tiştên din bifikirin. ji ber ku kerîzm ketiye li nav hemû şanikên wan ên genî. mîsal kurd ji bo tirkan tenê tê maneya kurdistan ne ziman ne çand ne jî tiştekî din, tenê kurdistan heye ji bo wan. lê kurd ne tenê kurdistan e. kurd, stran e, çîrok e, henek e, ken e, xwarin û vexwarin û çandeke fireh û mezin e û her wiha kurd feqîrî ye, neçarî ye, kuştin e, heq e.... lê kerîzm dibêje kurd tenê kurdistan e û ji xwe ji bo wan ev cudaxwazî ye.

şaxa kerîzmê ya li nav kurdan jî heman tiştê bo femînîzman dikin, radibin û dibêjin, femînîzm qûnvekirin e. ji bo me jî tenê tiştek dimîne. ew jî: serê babûkalê te têxim qûna te.

nijha herim û blackpink guhdarî bikim.



12.07.2020 23:07 ~23:30 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku xwendekarên lîseyê ne

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî