1. çîroka berxwedana parêzer rob bilott e. fîlmek serkeftî ye, zêdetir wek belgefîlmê ye. şîrketek bi navê dupont heye ku hilberînên kimyewî dike. yek ji hilberînên wan jî teflon e ku tê de madeya bi navê politetrafloroetilen (ptfe) (bi navek din c8) e. bermahîyên hilberînên we li der dora fabrîqeya xwe belav dikin ku dibin sedema mirina gelek kesan û kanserbûna zêdetir kesan. di ser de jî vê yekê vedişêrin û nahêlin rastî derkevin holê. di sala 1998an de Rob Bilottê ku di eslê xwe de parêzerê şîrketên kimyewî ye, li dijî vê şîrketê dozê vedike û hemû pîsatîyên wan derdixe holê. wek encam jî, bi pereyên tazmînatê û lêçûnên bi tedawîkirina mexdûran, nêzik 1 milyar dolar zerarê dide vê şîrketê. ji bo qedexekirina vê madeyê berxwedana wî hê jî didome. |
|
21.07.2020 21:15 |
simurg56
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |