Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
teorîya pêşketina psikoseksuel

teorîya pêşketina psikoseksuel

1. pêş ketina psikoseksuel (Psychosexual development), teorîya pêş ketina kesayetê ya sigmund freud e.

freud, di pêkhatina kesayetê de li ser du tişta disekine: zayendîtî û binhiş. di jiyana zarokan de serdemên kêfxweşî/hezê hene. ev serdem bingeha kesayetê pêktînin. serdemên teorîyê 5 heb in: serdema oral, serdema anal, serdema fallik, serdema latent, serdema genital.

serdema oral (Temen 0-1/1,5)
di vê serdemê de devera hezê dev e. divê pitik ji şîr zû an dereng neyên berdan.
pirsgirêkên di ve serdemê de di mezinbûnê de wilo derdikeve holê: cixare kêşandin, xwarina zêde, benîşt cûtina zêde. dijûnkerî...

serdema anal (temen 1/1,5-3)
di vê serdemê de devera hezê zotik/anûs e. zarok hezê distîne ku gûyê xwe bigre an bike. di vê serdemê de divê dê û bav zordestîyê li zarokan nekin û bi wan re nexeyidin.
pirsgirêkên di ve serdemê de di mezinbûnê de wilo derdikeve holê: çikûsî, xerabebûn obsesîf kompulsîf, bêbiryarî, dijûnkerî, bêpergalî...

serdema fallik (Temen 3-6)
di vê serdemê de devera hezê lebatên zayendîtîyê ne. zarok heza xwe dide dijzayenda xwe. di vê serdemê de di zarokan de kompleksa oedipus û elektra heye. bi keçika re kompleksa elektra heye. keçik ji bavê xwe hez dikin û ji diya xwe dihesidin. dixwazin wek diya xwe bibin. bi kurika re jî kompleksa oedipus heye. kurik ji diya xwe hez dikin. dixwazin wek bavê xwe bin. bi kurikan re tirsa xesandinê heye. ji bavê xwe ditirsin ku bavê wan kîrê wan jê bike. zarok di derbarê zayendîtîyê de û di derbarê zayîna xwe de pirsa ji dê û bavê xwe dikin. divê ev pirsên wan tev bên bersivandin û divê ji ber meraqa wan bi wan re nexeyidin.
pirsgirêkên di ve serdemê de di mezinbûnê de wilo derdikeve holê: fediyokîtî, tirsa ji têkîliya zayendîtî...

serdema latent (temen 6-12)
di vê serdemê de tehna zayendîtîyê veşartî ye. zarok heza xwe yî zayendîtîyê bi lîstikê diveşêrin. zarok aseksuel in di vê serdemê de. ji ber aseksualiteyê zarok li dijzayendên xwe dixin. axleb bi hemzayendên xwe re dileyizin.

serdema genital (temen 12-18)
serdema dawî ye. di vê serdemê de devera hezê lebatên zayendîtîyê ne. heke mirov di her çar serdemên berê baş qedandibe ev serdem jî baş diqede. di serdema latentê de tehna zayendîtîyê ku hatiye veşartin an dewisandin di vê serdemê de derdikeve holê.

(bnr: kompleksa oedipus)
(bnr: kompleksa elektra)



05.06.2021 14:43 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» teorîya bajarên kurdîaxêv

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî