Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
çeppik û reşşikan

çeppik û reşşikan

1. ne bi tenê li platformên civakî yên înternetê, ji platformên civakî wêdetir, êdî li ser gelek malper û platforman jî em rastî wan tên. çeppik û reşşik bo çi ne? karê van çeppik û reşşikan ew e ku bikarhêner û xwîner bikaribin tiştên ji aliyê malperê ve hatine pêşandin/weşandin re deng bidin, rey bidin. ew deng nîşanî meseleyekî dike. xwediyê malperê jî van daneyan tomar dike û dîsa ji bo xêra malpera xwe bi kar tîne. wekî dibêjin feedback.

hin malper, ji bilî van çeppik û reşşikan ku jê re dibêjin like and dislike, forumek di malpera xwe de ava dikin da ku xelk bikaribin di binê weşanên malperê de tiştan binivîsin, nêrîn, gilî û rexneyên xwe bikin. forum û dengdan ji hev cuda ne. gelek caran jî bi hev re tên xebitandin.

di tirşikê de, qasî salek e, rewşa çeppik û reşşikan ber bi xerabiyê ve diçe. (1) nivîskar çima çeppik didin peyaman? (2) nivîskar çima reşşik didin peyaman?

(1) di bin mijarekê de bi sedan peyam tên nivîsîn. îro nebe jî, sibe dusibe binê gelek mijar dê bi peyaman ve tije bin. gava kesek hat tirsik.netê û xwest mijarekî bixwîne, bi xêra çeppikan, peyamên bijarte di nav sedan peyaman de derdikevin pêş. Ez, pir kêfa'm ji peyamekê re were jî an pê bikenim jî, heke peyam biçeppik be, çeppik nadimê û derbas dibim. heke ew peyam bi du çeppik be, dibêm vaye gelek derketiye pêş, jixwe kesinan çeppik dane. nivîskarên îro ku pirên wan ji nivîskarên nû pêk tên, ji nivîskarî zêdetir dengdarî dikin. dibên qey lazim e mirov her peyamê re deng bide. heke bi vî rengî bidome, piştî belkî salekî peyamên bijarte û yên din di tirşikê de dê bikevin nav hev û wateya sîstema çeppik û reşşikan nemîne. wek wêranbûna ekolojiyê ev mesele zora min diçe.

(2) reşşik jî ji bo ku moderator çav lê bigerînin, ka formata tirşikê binpê bûye an tişteke ecêb qewimîye filan û bêvan, karekî biwate ye. heke reşşik bi vî rengî nehê bikaranîn, lijneya tirşikê dikarin vê bişkojka reşşikê rakin.

wekî din, nifşên nû ên tirşikê, çalakiya dengdanê wek temsîlîyetê bi kar tînin. wekî ku bibêjin ez jî wisa difikirim. an jî bibêjin ez wisa nafikirim. hevalîşko, ev der platforma nivîsînê ye! platforma nivîskariyê. tu jî "nivîskar" î. kapîşko?



05.06.2021 16:32 ~2021.12.20 21:18 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» çeppikên ku min dane te li te heram bin!
» reşşikandin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî