Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
çend pêşniyar ji bo kesên dixwazin bibin esnaf

çend pêşniyar ji bo kesên dixwazin bibin esnaf

1. pêşniyar an şîretên ku bo kesên hêja nû dixwazin bibin esnaf an yê dilê wan heye ne. li gor çavdêrî û tecrubeyên xwe ezê çend serborî û şîretan binivîsim da ku kesên dê dest bi vî karî bikin, di heman xeletî û şaşiya re derbas nebin.

1- ji kirêya dikanê netirsin;

ger dikana ku hûnê bikevinê ya we be, ji xwe serê we rehet e. lê ger hêj di asta lêgerîna kargehekî de bin, çavê xwe ji kirêya wê netirsînin. wêrek bin. teqez ji xwe re li cihekî tevgerî yê sûkê bigerin. ger pêwîst be çend kirêya ji birîka xwe bidin lê teqez bila li sûkê be. ger esnafên wir karibin wê kirêya bidin, hûnê jî karibin. tabî li gor karên ku hûnê bikin divê çav lê bigerin. dikan beroşk e an nezar. biçûk an mezin. cihê lê toz û duxan heye an tune... divê ev krîter jî li ber çava bin.

2- bê sermaye dest pê nekin;

wekî ku gotine 'pere, pere tîne'. ger bi sermayeyek hindik dikan were vekirin, divê hêviya karên pir neyê kirin. sermaya hindik çawaye? ger dikan baş nikaribe were dagirtin an qet nebe %80 malên têkildarî sektorê nikaribe were kirîn, an muşteriyên tên ji ber tunebûna mal destvala vedigerin, nexwe sermaye hindik e. ma bi sermaya hindik dikan nayê vekirin? belê helbet tê vekirin lê wê demek dirêj tenê bo tijekirina kêmasiyan û temamkirina sermayeyê were xerçkirin. herwiha wê di vê pêvajoyê de wê marja karê kêm be û muşteriyên destvala ji dikanê derkeve wê bibe xwudî pêşdarazî.

3-şîreta klasîk deyn nedin:

wekî tê zanîn hemû esnaf ji ber deyna glîdar û bêzar in. heya di demeke weka anha ku roj bi roj buhayê malzemeya zêde dibe de, dayîna deyn ne pêkan e. ji xwe deynê were dayîn nema tê û ger were jî zirar e. ji ber ku bi wî buhayê hatiye dayîn, êdî ew malzeme nayê kirîn. yanê bila malê we di cihê xwe de be lê bi deyn nedin.

4- dûrî mervên xwe dikanê vekin;

têkiliya we ya mervên we çawaye nizanim lê, heya niha kesekî ku ji mervên xwe razî be min nedîtiye. bazariyê gelekî dikin û heya carna bi zirarê dibin. gelemperî perê wê jî bi deyn e.(bnr: madde 3)

5- ji înternetê sûd werbigrin;

wek tê zanîn em di sedsala teknolojiyê de ne. li facebookê her cûre komên malzemeya hene. li gor sektora xwe bibin endamê çend koma û hay ji buhayê malzemeya hebin ku toptancî - kurdiya wê nizanim. komvan, komkar, komanî hama çi be- malzemeya zêde nedin we. weke tê zanîn, di kirîtinê de kar tê kirin. ne di firotanê de.


hêj gelek pêşniyar hene lê weke yên li jor ne girîng in. bi demê re ger ez jî hin tecrûbeyên nû bidest bixim, ezê li vir binivîsim.



10.06.2021 23:40 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çendî bêjim
» pêşniyarên tirşikvanan ji bo malperên kurdî yên nûçeyan
» kesên ku li ferhengê dinêrin û dinivîsin
» bibin arîkar ji bo pêşxistina
» esnafên ku dizanin muşteriyên wan di çayê de şekir bikartînin an nayînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî