Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
heyrano

heyrano

2. navê helbesteke nemir arjen arî ye. ev helbest di pirtûka wî ya têrpoetîka "ev çiya rûspî ne" de cih digire. wekî din mehmet atlı vê helbestê xweş beste kiriye.

__________

Heyrano



Ji çiyayê Tûjik -ku

Bi çil qevzî çilçav-

Ji te re anîme ev çeng av.

Ka vexwe heyrano,

Tu tî yî, tu tî!

Û tu birîndar î jî.





Heyy

Raaa

Nooo...



Kîjan şopa nicis li te da!

Ji çiyayê Tûjik te xwe berda

Xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda

Pezkoviyê Cûdî, heyrano

Nikarim bidim melhema te jî...



Şerr

Vaaa

Nooo...



Zelal, ava qirr qeşa

Çeng bi çeng bidim te jî,

Tu tî yî, tu tî!

Heyrano,

Tu têhn î li qurtek azadî!



Xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê

Tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar

Dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar,

Bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar:



Şerr

Zaaa

Nooo! ..



Xwîna me mazatê de

Zêrê zer re serbiser e.

Her xwîn vedigere axê

Axa bêxwîn xwelîser e.

Azadî her kê xwestibe

Xwîn rakiriye di ber re,

Di şer de bûm doh jî loma

Îro şer e, sibe şer e...



22.10.2013 00:23 | zero

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» heyrano

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî