Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
pûnga li bajêr

pûnga li bajêr

1. pirtûka nû ya helbestan a selîm temo ye. piştî sê deng'ê ev pirtûka helbestan derxist. pirtûk ji weşanên darayê hate çapkirin. 80 rûpel e.

her wiha pûnga li bajêr navê helbesteke Selîm Temo ye ku navê xwe daye pirtûkê.

Hûn dikarin helbestê jî vir guhdar bikin:



Pûnga Li Bajêr

agir diçe ji hingivê şevê
sitar e di nivişta şêxekî kotî da
ez kirim pûnga li bajêr
li ber kelebestên sedsalê

Gulan rojek e li baxçeyê min
tazî ye mîna siya Payîzê
gava diçûrise mij li dor dengê wê

şareza me wek kundê bestê
her xwîna xwe dimijim
va diçim şerabeka dî dixwazim
ji kîsê meytekî serşor

rawestî li ber deriyê hebûnê
diçe li nav konê şînê kon vedide

wa xwediyê gemar û kevzê
li min negre
ne ez bûm
ê li çola demê

Penelopeyê heft mêr kirin
heya vegeriyam malê
keştiya min ji bayê bû
etlasa min bi xeyalan nepixî
toqek ji le’neta pelgan
her ji xwe ra dimam piştî her mazatê

ti kes li çavên min nanêre
li pêçiyên min napirse
diheje heyvek li
nîvê çalê
ti kesî ez aş nekirim
gava dişewitîm di
landika şînê da

li derve li derve li derve me

Selîm Temo
çavkanî: Here lînkê



26.12.2021 01:44 ~01:45 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pûnga kaniyê
» bajêrwatches

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî