Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
bilûra min

bilûra min

1. yekemîn helbesta kurmancî ya bi "wezna serbest" hatî nivîsandin e. helbesta mîr celadet alî bedirxan e. cara ewil di kovara hawarê de hatiye weşandin. c. alî bedirxan di binê helbestê de navê xwe wek "seydayê gerok" nivîsandiye. helbest ev e:



Bilûra min a şîrîn

tu di sariya sibehê

û hingûra êvarê de

hevalê bêhevalan,

destbirayê şivan û dilketiyan î.

Dengê te

hêstirên dilên xemgîran,

silava ji hev-veqetiyan,

girîn û zarîna dilketiyan

tîne bîra min.

bilûra min tu î,

xemrevîna terkeserên dinyayê!



Dengê bilûra min,

çiya û zozanên bilind,

kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,

guhê şkeft û serê zinaran

guhdarên te ne!

û sira bayê xerbî

te di nav pelên darê de digerîne.



Bilûra min, were emê

bi wî çiyayê bilind re

bi hewa kevin,

û bibin cîranê bayên xurt



û hevalê kimtên wan

yên bi mij û dûman,

û tê de dengê xwe berdin,

û zarîna dengê me

bikeve nav kortal û geliyan

û bêcaniya erdên jêrîn

bihejîne;

û pêlên ava heftreng

ên xemzebaz

nalîna me bigehîne

deşta Sirûç û Diyarbekirê;

û beriya mêrxasên Berazan;

û kalîna berxan

tev şehîna hespan

li me vegerînin.



Bilûra min, binêre û bibihîze!

Roj çû ava,

stêra êvarê bû geş,

kolosên çiyan ên gewr

û hewraniyên wan ên sor û zêrîn

bûne çûn;

û pêlên ava şevê ên reş

ketine deşt û newalan

heta rûyê gir û kepezan.

Di qeraca de

kevir piyê şevgera dixapînin

û bêdengiya şevê de

pêjna lingên mêrxasan tê.



Bilûra min,

dengê xwe berde!

Dinya, mîna zarokekî berşîr,

ket dergûşa xwe;

Dengê xwe berde, bilûra min,

û jê re bilorîne,

xema wê birevîne!

Bilûra min tu î.



Xemrevîna terkeserên dinyayê;

û li rohelatî

dema ko dinya hişyar dibe

ji xew radibe

ji me re

strana azadî û serbestiya

Kurdistanê

binehwirîne,

û dengê wê stranê, bila,

mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn

bikeve nav dil û guhên me.

Bilûra min,

Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

(seydayê gerok)





26.10.2013 05:27 | zero

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bilûra ber guh
» minye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî