Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
eprax

eprax

3. li ba min ev bêje ji yaprak ê tirkî ketî ye kurdî. guhêrka dengên vê bêje texmînî ev şeklî ye:

yaprak>yaprax>aprax>eprax/êprax *



em werin bersiva “lê çawa?”:

dengê y-/-y-/-y nîv-dengdêr an jî nîv-dengdar e. di kurdî de dengê /y/ di serê bêjeyan piranî naye bikaranîn. celadet alî bedirxan di pirtûkê xwe yên bi navê “elfabêya kurdî-bingehên kurdmancî” û “rêzimana kurdî”de nisbeta y-/-y-/-y di zaravayên cida de wanî daye:

bakur=51,

başûr=68,

rojavayê bakurê(palo)=45,

rojavayê bakurê(siwêrek)=44,

nisbeta giştî=200,

di destpêka bêjeyan de=4.

belê 4. mixabin nivîskar ka ev çar bêje kîjan in ne daye. (ne zor e ku em bêje di nav van de “yek û yar” hebe )



di pirtûkê duyemîn de dibêje ku bêjeyên biyanî ku bi /y-/ destpêdike û bi dengê o-û dewam dike, dema têdikeve kurdî, y- ya xwe winda dike. mînak: erebî yûsif/yûsuf> bi kurdî ûsif yan jî îsif dibe. yan jî bi tirkî yol > ol (dîn?: di tirkî de yol wekî wateya dîn û terîqet jî tê bikaranîn. ev wate, ji wateya erkana erebî ketî ye tirkî. dibe ku di vê rêya jî ketiye kurdî)



di yaprak de ne o ne jî û heye. bersiv hêsan e: y her çi be jî wekî dengê i meyldarê ketinê ye û dengê piştî xwe jî dike ê.(bi kurtî: ey/ye=ê, a ya yaprak dengdêra kurt e) di roniya vê agahiyê de ev alternatif jî heye:

1) ev dibe îstisna be,

2) a ya yekemîn (û duyemîn) ne wek a ya kurdî dengdêra dirêje. kurt e. dibe ku mu’emeleyê wê wekî o/û hatiye kirin. ev ne tiştekî ecêb e.



26.10.2013 22:48 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» eprax

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî