Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
qazî mihemed

qazî mihemed

2. Pêşewa yê gelê Kurd e. Pêşewa, zaravayê Soranî de tê wateya rêber û rêzan. Lê gelê Kurd piştî Qazî negotine tu kesî de pêşewa. Ez bawer im ev rewş bes e ku pêwîstiya Qazî şîrove bike. Ew yekem û tenê pêşewayê gelê Kurd e. Xêncî serokkamariyê bi şexsê xwe yî dadgerî jî tê nasîn, ji xwe navê wî li wir tê (Qadi=Qazî). Bavê wî yek ji mezinên mehabadê bûye. 31 ê adar a 1947 an li qada çarçiraya mehabadê bi destê dewleta îranê tê dardakirin. Wesiyetek tê zanîn ku ewî beriya dardakirina xwe nivîsandiye lê hinek dibêjin ew ne bi pênûsa wî hatiye nivîsandin. Dîsa tê gotin helbesta bi navê "2x2=1" jî ewî nenivîsiye Nadir Qazî nivîsandiye û diyarî wî kiriye (çavkanî: ji nivîseke meferr). Ji bo Komar a Kurdistan a Mehabad were nasîn bi Sovyet an re pir têkildar bûye. Ji bo jinên Kurd zêdetir li nav civatan bin hez kiriye xebat bike û gotiye jina xwe ez hez dikim tu rêberî bikî ji bo tevgera jina pêk were. Ew yek ji rêveber û sazgerê Partiya Demokratik a Kurdistan (bnr: kdp) ê bûye. Tê gotin meferê wî yê ku ji Mehabad ê derkeve û bireve hebûye lê ewî hez nekiriye ji ber ku dewlet a îranê komkujiyekî li vir neke. Ji xwe dewlet a îranê berî mehabad ê êrîşekî pir dijwar li komara azerbaycan a tebrîzê pêk aniye û tê gotin li vir komkujî hatiye kirin.



10.04.2022 14:21 ~2022.04.14 17:03 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» qazî mihemed
» mihemedê eliyê ûnis

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî